Di nav axa Bakurê Sûriyê de ku axa dawî di destê DAIŞ’ê de tenê herêma Dêrazor maye, di derbarê bajaroka Hecînê jî, di pêşengiya QSD û bi tevlîbûna hêzên me YPG û YPJ Pêngava Bagera Cizîrê bi navê (Şerê Tunekirina Terorê) hatibû destpêkirin pêşveçûnên girîng hatiye destxistin.
Di 6’ê Cotmehê li gûndên girêdayî bajaroka Hecînê de di navbera hêzên me û çeteyên DAIŞ’ê de pevçûnên dijwar qewimî bû. Di dema pevçûnan de şervanek me yê enternasyonalîst yê bi navê Şahîn Qereçox (Ferîd Medjahed) ku eslê xwe Frensî ye bi qehremanî şer kiriye û gihiştiye şehadetê.
Şoreşa me ya Rojava ku li hemberî DAIŞ’ê pêş ket, vegeriya qadekî azadiyê ya şoreşa hemû gelên ku xwedî lê derketin. Îro bi sedan rêhevalên me yên enternasyonalîst ku ji her netewê de bi berpirsyariyek mezin hatine tevlî şerê me yê berxwedanê bûne, hene. Rêhevalê me yê enternasyonalîst Şahîn Qereçox (Farîd Medjahed) ku xwest bibe parçeyek vê berxwedana dîrokî bi berpirsyariyek mezin bi awayek çalak tevlîbûna xwe çêkiriye. Rêhevalê me yê şehîd di demekî kurt ku li şoreşa Rojava de maye, di yekbûyîna gel û têkoşîna vegera cewhera xwe ya nirxên mezin a mirovahiyê de wate daye û xwedî lê derketiye. Di demekî kurt de bi tecrûbeyên ku girtiye de ji bo her erkekî bi awayek serkeftî pêk bîne xwe feda kiriye. Rêheval Şahîn heya kêliyên ku gihişt şehadetê jî erkên ku girtiye li ser milê xwe bê kêmanî bicîh aniye, bi sekna xwe û meşa xwe ve ji rêhevalên xwe yên enternasyonal re bûye mînaka têkoşer.
Em wekî hêzên YPG û YPJ hemû şehîdên xwe yên qehreman bi rêzdarî bibîr tînin. Di serî de ji malbatê rêhevalê me şehîd Şahîn Qereçox û hemû gelê xwe re em sersaxî dixwazin. Em soza meşandina şerê berxwedanê a li hember terorîzmê û yên ku ji terorîzmê re xizmet dikin dûbare dikin.
Agahiyên nasnameya rêhevalê me yê şehîd:
Nasnav: Şahîn Qereçox
Nav û Paşnav: Farid Medjahed
Navê Dayik û Bav: Laurette – Salem
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor – 10. 10. 2018
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 10’ê Cotmeha 2018