Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

Em rêhevalê xwe Şoreş Heleb yê ku li Helebê gihîşt şehadetê bi rêzdarî bibîr tînin

  • May 23, 2019

Em rêhevalê xwe Şoreş Heleb yê ku li Helebê gihîşt şehadetê bi rêzdarî bibîr tînin

Di roja 22’yê Gulanê de rêhevalê me Şoreş Heleb dema ku li bajarê Helebê li ser erka xwe bû, di encama qezayê de şehîd ket.

Hevrê Şoreş li bajarê Helebê di nav malbatekî welatparêz de ji dayîk bû û di temenê ciwan de şoreşa Rojava nas kir. Di demekê ku li ser Bakurê Sûriyê û herêmên Rojavayê Kurdistanê êrîşên xurt pêk dihatin tevlî nava refên têkoşîna me bû. Hevrê Şoreş, hemû erkên xwe ji dil nêz buye û di demek kurt de di hunera şer de xwe pêş xistiye, bûye şervanekî pispor.

Nasnameya hevalê me yê şehîd wiha ye:

Nav û Paşnav: Şoreş Heleb
Nasnav: Reşît Ehmed Hisên
Navê Dayik û Bav/ 22.05.2019

Em di şexsê rêheval Şoreş de hemû şehîden xwe yên leheng bi rêzdarî bibîr tînin, ji malbata şehîdê xwe û ji hemû gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 23’yê Gulana 2019