Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

Em rêhevalê xwe Serbest Partîzan bi rêzdarî bi bîr tînin

  • July 25, 2019

Em rêhevalê xwe Serbest Partîzan bi rêzdarî bi bîr tînin

Di dîroka 21’ê Tîrmehê de hevrêyê me Serbest Partîzan li bajarê Kobanê dema ku li ser erk û peywira xwe bû, di encama qezayekî de gihişt şehadetê.

Hevrê Serbest di malbateke welatparêz de ji dayik dibe. Di dema ku têkoşîna azadiyê li Rojava û Bakurê Sûriyê de pêş diket û mezin dibû tevlî refên hêzên me bû. Hevrê Serbest ku bi taybetmendiyên xwe yên wêrek, kedkar û fedakar tê nasîn di her kêliya jiyanê de ev sekna xwe parast û domand. Piştî ku tevlî refên me bû tecrûbeyên ku girt, bi demekî kurt kesayeta xwe de şervantiyê pêş xist. Bawerî û girêdayîna xwe ya bi şoreşa azadiyê re, têkoşîna ku bi xwe meşandiyê ve îspat kir û erkên ku ket ser milên wî bi azweri tevlî bû û pêk anî.

Nasnameya rêhevalê me yê şehîd wiha ye;

Nav û Paşnav: Serbest Partîzan
Nasnav: Mahsun Harmanci
Navê Dayik û Bav: Halîde – Rahmî
Dîroka Şehadetê: Kobanê- 21.07.2019

Em di şexsê hevrê Serbest Partîzan de hemû şehîdên xwe yên leheng bi rêzdarî bi bîr tînin, ji malbata şehîdê xwe û ji hemû gelê xwe re ser saxiyê dixwazin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 25’ê Tîrmeha 2019