Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

Em rêhevalê xwe Rûbar Erzîncan bi rêzdarî bibîr tînin

  • July 2, 2022

Em rêhevalê xwe Rûbar Erzîncan bi rêzdarî bibîr tînin

Şoreşa Rojava ya ku bi bedelên giranbiha ve navê xwe li rûpelên dîroka mirovahiyê nivîsand, bi cengên xwe yên giran ve, bi destanên qehremanên xwe ve, bû şoreşa tevahî Kurdistan û cîhanê. Di nava van deh salên şoreşê de bi hezaran ciwanên Kurd beşdarî nava refên şoreşa azadiyê bûn û li hemberî hêzên çete û dagirker canê xwe kirin mertal. Tevahî cîhanê şahidî ji lehengiya şervanên YPJ û YPG’ê re kirin. Şahidî ji lehengiya Arîn, Îlan û Gelhat’an re kir. Her şervan û fermandarek YPG bê teredut, bi wêrekiyeke mezin destûr nedan ku hêzên çete û dagirker destê xwe dirêjî gelê Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin. Gav bi gav ev xakên pîroz ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.

Yek ji van lehengan jî rêhevalê me Rûbar Erzîncan bû. Hevalê Rûbar ku bi fikr û felsefeya Rêber APO ya netewa demokratîk dil û mejiyê xwe ava kiribû, di kêliyên herî giran ên cenga Rojava de ji Bakurê Kurdistanê berê xwe da Rojavayê Kurdistanê û li hemberî hêzên çete parastina gelên herêmê kir. Heval Rûbar bi dilnizmî û fedekariya xwe ve, kete dilê gel û rêhevalên xwe. Ji hêzên dagirker û faşîst re nîşan da ku gelên Kurdistanê di ruh û mejiyê xwe de sînorên dagirkeriyê rakirine û bûne yek dil û yek ruh.

Di salên dawî yên tekoşîna xwe de, hevalê me Rûbar bi nexweşiya penceşêrê ket û li gor şert û mercên şoreşê hem tedawiya xwe didît, hem jî kar û xebatên xwe dida meşandin. Tevî ku nexweşiya xwe pir giran bû, lê hevalê Rûbar bi heman coş û moralê, bi biryardariyek hê xurttir xwe beşdarî nava kar û xebatên şoreşê dikir. Bi vî rengî hevalê me Rûbar di dîroka 23 Puşperê de tevlê nava refên şehîdan bû.

Jiyan û tekoşîna hevrêyê me Rûbar û destana lehengiya bi hezaran şehîdên me, ji bo me fermana bilindkirina şerê gelê şoreşgerî dide. Divê em û gelê xwe mil bi mil li hemberî gefên dijmin, li hemberî êrîşên hovane yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê welatê xwe û destkeftiyên şoreşê biparêzin. Encax em bi vê sekn û helwesta xwe bibin layîqê şehîdan û siberojeke azad û bi aram diyarî gelê herêmê bikin.

Nasnameya hevalê me yê şehîd wiha ye;

Nasnav: Rûbar Erzîncan
Nav û Paşnav: Ayhan Koç
Navê Dayik û Bav: Husniye – Binali
Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê- 23. 06. 2022

Navenda Ragihandina YPG | 2’yê  Tîrmeha 2022