Hevrêyê me Dilpak Efrîn roja 14’ê Kanûna 2023’yan dema li Helebê li ser erka xwe bû, di encama qezayekê de şehîd bû.
Rêhevalê me Dilpak Efrîn, ji malbateke welatparêz a ji Efrînê ye û bi tevlîbûna xizmên xwe yên di nav refên şoreşê de jî tê naskirin. Rêheval Dilpak bi wan hestên welatperwerî û bi dilsoziya nirxên şoreşê ve girêdayî dema biryara xwe ya tevlîbûna nava refên me dide, di temenekî ciwan de tevlî dibe da ku ji bo ji êş û azara gelê me yê Efrînê re bibe bersiv. Di warê birdozî-leşkerî û naskirina rêxistinê de bû xwedî hewldaneke bêhempa da ku hemû rastî û heqîqeta êşa gelê me nas bike. Yekane xeyal û armanca hevrêyê me Dilpak ew bû ku bi helwesta xwe ya li ser esasê azadiya ax û gelê me, bi taybet rizgarkirina bajarên me yên dagirkirî weke armanca xwe ya herî mezin nîşan da. Heya kêliya xwe ya dawî bi xwesteka bi gelê xwe re vegere ser axa rizgarkirî ya Efrînê bû.
Şehadeta zû ya hevrê Dilpak ji bo me giran hatibe jî em weke hevrêyên wî diyar dikin ku em ê xeyal û soza şehîdên xwe ya çûyîn û rizgarkirina bajarên xwe yê dagirkirî teqez bi cih bînîn û em ê bibin layiqê hemû şehîdên xwe yên qehreman. Em di serî de ji malbata hêja ya hevrêyê xwe Dilpak Efrîn û hemû gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.
Nasnameya pakrewanê me wiha ye:
Nasnav: Dilpak Efrîn
Nav û Paşnav: Diyar Sîdo
Navê Dayikê: Hind
Navê Bav: Horîk
Cih û Dîroka Şehadetê: Heleb/14’ê Kanûna 2023
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 16’ê Kanûna 2023