Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

Em rêhevalê xwe Aram Efrîn bi rêzdarî bibîr tînin

  • August 20, 2020

Em rêhevalê xwe Aram Efrîn bi rêzdarî bibîr tînin

Şervanê me Aram Efrîn, di roja 18ê Tebaxê de di encama qezayekî de şehîd bû.

Hevrê Aram Efrîn, bi hestên welatparêziyê û bi naskirina têkoşîna li ser hîmê hebûn û azadiyê ya gelên me, tevlî refên me bû. Li dijî êrîşên paşverû ku destkeftiyên gelên me dikin hedef, hevrê Aram bi biryardarî sekinî. Erk û berpirsiyariyên ku hevrê Aram di nav şerê me yê berxwedanê de wergirt, bi azweriyekî mezin bi cîh anî.

Nasnameya rêhevalê me yê şehîd wiha ye;

Nasnav: Aram Efrîn

Nav û Paşnav: Ebdo Osman

Navê Dayikê: Xalîde

Navê Bav: Ebas

Cih û Dîroka Şehadetê: Encama qezayê | 18 Tebax 2020

Em di şexsê hevrê Aram Efrîn de tevahî şehîdên qehreman bi rêzdarî û minnet bibîr tînin. Ji malbata şehîdê xwe û gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.

Hêzên Rizgariya Efrîn
20ê Tebax 2020