Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

Em rêheval Zinar Efrîn bi rêzdarî bibîr tînin

  • July 26, 2021

Em rêheval Zinar Efrîn bi rêzdarî bibîr tînin

Li roja 25ê Tîrmehê, li herêma Efrînê rêhevalê me Zinar Efrîn di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker de gihişt şehadetê. Di heman topbaranê de 2 rêhevalên me jî brîndar bûn.

Rêheval Zinar li Efrînê di nav malbatek welatparêz de mezin bû. Hestên welatparêziyê di kesayeta xwe de zivirand zanebûnekî û li ser vê esasê ji bo tolê ji dagirkeran bigire li sala 2020 an tevli nav refên me bû. Rêheval Zinar her tim bi moral û coşeke mezin tevli kar û xebatan bû û hemû erkên ku diketin ser milê wî bi azwerî û berpirsiyariyek mezin bicîh anî. Ev sekna xwe ya bibiryar heta kêliya dawî ya jiyana xwe parast û tevlî karwanê şehîdên azadiye bû.

Nasnav: Zinar Efrîn

Nav û Paşnav: Rehman Hisên

Navê dayik: Emîne

Navê bav: Elî Hisên

Cih û dîroka şehadetê: Herêma Efrîn | 25 Tîrmeh 2021

Em di şexsê rêheval Zinar de tevahî şehîdên xwe yên leheng bi rêzdarî bibîr tînin, ji malbatê şehîdê xwe û ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.

Hêzên Rizgariya Efrînê

26 Tîrmeh 2021