Di çarçoveya qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê a bi navê Şerê Tinekirina Terorê de 10 hevalên me, li bajarokê Holê jî hevalek me di encama êrîşeke sekvaniyê de şehîd ketin. Di derbarê şehadeta hevrêyên me de agahiyên berfireh wiha ne;
1. Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê a bi navê Şerê Tinekirina Terorê bi hemû hêza xwe didome. Hêzên Sûriya Demokratîk, di bin pêşengtiya hêzên YPG/YPJ de di çarçoveya pêngavê de derbên giran li çeteyan didin û ber bi Hecînê ve pêş ve diçin. DAIŞ’a li ber tunebûnê ye, bi armanca ku qada dawî ya ku di Sûrî de kontrol dike winda neke bi her cûreyî rêbazan êrîş dibe ser şervanan. Li hember van êrîşên ku di nav de seyareyên bombebarkirî, sûdwergirtina rewşa hewayê ya xerab û her wekî din êrîşên întîxarî jî hene, şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk bi lehengane liberxwe didin û êrîşan vala derdixin. Di dîroka 24’ê Mijdarê de çeteyên DAIŞ’ê ji rewşa hewayî jî sûdwergirtin û êrîşeke berfireh birin ser çeperên hêzên me yên li eniya bakurrojavayê Hecînê da ku pêşiya pêşveçûnên hêzên me bigrin. Li dijî êrîşên çeteyan bersivdana hêzên me ve şer û pevçûnên dijwar di vê herêmê de qewimîn. Di şer û pevçûnên ku çend saet dom kir de êrîşên çeteyan bi temamî hat têkbirin. Di van şer û pevçûnan de derbên giran li çeteyan hat xistin û çete neçar man ku paş de birevin. Di têkbirina êrîşên çeteyan de 10 hevrêyên me bi lehengî şerkirin û gihîştine şehadetê.
2. Di dîroka 26’ê Mijdarê de komeke veşartî ya DAIŞ’ê li bajaroka Holê ya girêdayî Hesekê, li hember hevrêyên me yên ku li ser bendê kontrolê li ser erka xwe bûn êrîşeke sekvaniyê pêk anîn. Di vê êrîşê de hevrêyê me bi nasnav Bahoz Hesekê şehîd ket.
Em hevrêyên xwe yên ku li pêngava Şerê Tinekirina Terorê de şehîd ketine û tevahî şehîdên me yên qehreman bi rêzdarî bi bîr tînin. Em sersaxiyê ji serî de malbatên me yên şehîd û gelê me yê hêja re dixwazin.
Nasnameya hevrêyên me yên ku şehîd ketine wiha ne;

Nasnav: Çekdar Heleb
Nav û Paşnav: Ehmed Himêdan
Navê Dayikê: Nebha
Navê Bav: Cuma
Cihê Jidayibûnê: Serêkaniyê
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 24’ê Mijdarê 2018

Nasnav: Egîd Amudê
Nav û Paşnav: Ebdilmihsin Eriyam
Navê Dayikê: Mekiye
Navê Bav: Ehmed
Cihê Jidayibûnê: Amudê
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 24’ê Mijdarê 2018

Nasnav: Ela Til Temir
Nav û Paşnav: Ezîz Mihemed
Navê Dayikê: Necme
Navê Bav: Elî
Cihê Jidayibûnê: Serêkaniyê
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 24’ê Mijdarê 2018

Nasnav: Kendal
Nav û Paşnav: Egab Taha
Navê Dayikê: Fida
Navê Bav: Ezîz
Cihê Jidayibûnê: Til Ebyad
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 24’ê Mijdarê 2018

Nasnav: Cemal Reqa
Nav û Paşnav: Ehmed Îsa
Navê Dayikê: Helîma
Navê Bav: Mistefa
Cihê Jidayibûnê: Reqqa
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 24’ê Mijdarê 2018

Nasnav: Qehreman Serêkaniyê
Nav û Paşnav: Cuneyd Ebdulah
Navê Dayikê: Hewa
Navê Bav: Mihemed
Cihê Jidayibûnê: Serêkaniyê
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 24’ê Mijdarê 2018

Nasnav: Qendîl Serêkaniyê
Nav û Paşnav: Mihmed Ehmed
Navê Dayikê: Zehiya
Navê Bav: Mihemed
Cihê Jidayibûnê: Elok
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 24’ê Mijdarê 2018

Nasnav: Remzî Zêdan
Nav û Paşnav: Mihemed Silêman
Navê Dayikê: Eyda
Navê Bav: Silêman
Cihê Jidayibûnê: Girêspî
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 24’ê Mijdarê 2018

Nasnav: Ronî Serêkaniyê
Nav û Paşnav: Ebdul Wehab Xelîlo
Navê Dayikê: Sibhiya
Navê Bav: Ebdullah
Cihê Jidayibûnê: Heleb
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 24’ê Mijdarê 2018

Nasnav: Zinar Reqqa
Nav û Paşnav: Eymen El Mihemed
Navê Dayikê: Şimsa
Navê Bav: Ebdilrezak
Cihê Jidayibûnê: Serêkaniyê
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 24’ê Mijdarê 2018

Nasnav: Bahoz Hesekê
Nav û Paşnav: Mihemed Zahir
Navê Dayikê: Enud
Navê Bav: Xidir
Cihê Jidayibûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Hol / 26’ê Mijdarê 2018
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 29’ê Mijdara 2018