Qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê ya di pêşengtiya hêzên me YPG û YPJ, li hember hêzên dagirker bi çalakiyên bibandor berdewam dike. Di şerê ku ji alî dewleta Tirk a dagirker ve di 20’ê meha Çileyê de hatibû detspêkirin, hêzên me, bi piştgiriyeke bêhempa ya gelê me berxwedaneke dîrokî raber dikin. Li hember her cûre êrîşên dewleta dagirker û çeteyên wê, hêzên me, bi rûhekî fedaî û bi bîr û baweriyeke xurt têkoşiyan, di vê oxirê de canê xwe feda kirin.
Em nasnameya 7 rêhevalên xwe yên ku di Berxwedana Serdemê ya Efrînê de, li eniyên şer yên cûda û di dîrokên cûda de şehîd ketine bi raya giştî re parve dikin. Herwiha rêhevalê me Demhat Girziyaret ê ku li Girkê Legê li ser erka xwe bû, di encama nexweşiyeke giran de şehîd ket.
Em di şexsê şehîdên leheng yê Efrînê de hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî bibîr tînin. Em soza xwe ji bo şehîdên xwe û gelê xwe nû dikin ku em ê têkoşîna xwe ya ku bi berdêlên mezin dimeşînin, bi serkeftinê tacîdar bikin.
Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

Nasnav: Demhat Girziyaret
Nav û Paşnav: Mihemed Şerîf
Navê Dayikê: Meryem
Navê Bav: Mihemed
Cihê Jidayikbûnê: Çilaxa
Cih û Dîroka Şehadetê: Girkêlegê / 28’ê Nîsana 2018

Nasnav: Eylem Botan
Nav û Paşnav: Zeynep Malgaz
Navê Dayikê: Hediye
Navê Bav: Halim
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Cindirêsê / Gundê Tilsilorê/ 21’ê Sibata 2018

Nasnav: Harun Koçer
Nav û Paşnav: Harun Açik
Navê Dayikê: Melîha
Navê Bav: Maşuk
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Raco / 4’ê Adara 2018

Nasnav: Mariya Sîpan
Nav û Paşnav: Esmer Hecîlo
Navê Dayikê: Hezara
Navê Bav: Mihemed
Cihê Jidayikbûnê: Makû
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Cindirêsê / 8’ê Adara 2018

Nasnav: Ronahî Kemal Amed
Nav û Paşnav: Guven Cenur Okmen
Navê Dayikê: Xeyriye
Navê Bav: Memed
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Cindirêsê / 13’ê Adara 2018

Nasnav: Serhed Silopî
Nav û Paşnav: Egîd Şen
Navê Dayikê: Sînem
Navê Bav: Beşîr
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Cindirêsê / Gundê Dêwa / 12’ê Sibata 2018

Nasnav: Zîlan Berjîn Sîverek
Nav û Paşnav: Eylem Taniş
Navê Dayikê: Fatma
Navê Bav: Hisên
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Raco / Gundê Bilîlka / 1’ê Adara 2018

Nasnav: Zîlan Cîlo
Nav û Paşnav: Zîlan Ayfer Hacioglu
Navê Dayikê: Zelîha
Navê Bav: Karhan
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Raco / Gundê Kura / 4’ê Adara 2018
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 5’ê Gulana 2018