Em nasnameyên 7 hevalên xwe yên ku di Berxwedana Serdemê ya Efrînê, Dêrazorê û Til Temirê gihîştine şehadetê ji raya giştî re parve dikin.
1. Li dijî êrîşên dagirkeriya artêşa Tirk ya li ser Efrînê ku 20’ê Çileya 2018’an da destpêkirin, hevalên me Egîd, Fedakar, Şervan û yek ji fermandarê pêşeng yê berxwedanê Merwan Amara ku gelek eniyên cûda yên şer de cîhê xwe girtin, piştî berxwedaneke bê hempa gihîştine şehadetê.
Her hevalekî me yê şer û berxwedana me ya ku li dijî êrîşên her cûre yên hişmendiya dewleta faşîst û dagirker ya pêşxistî de gihîştiye şehadetê, di kêliya ku nirxên gelê xwe diparastin tevlê nava karwanên şehîdan bûne. Her lehengiyek sekneke xwe ya destanî heye û romaneke xwe ya ku nehatiye nivîsandin heye. Yek ji mînakên vê lehengiyê jî di şexsê fermandarê me rêheval Merwan de ya ku di berxwedanê de rolekî girîng girtibû ser xwe, derketiye holê.
Rêhevalê me Merwan, di pêvajoya ku êrîşên çeteyên DAIŞ’ê û hin kom çeteyên din dijwar bûbû û berxwedanî bilind bûbû, di eniyên şer ên herî pêş de cihê xwe girtiye. Bi qasî ku hevrê Merwan şerkerek baş bû, erka xwe ya fermandariyê û berpirsyariyên xwe yên demê bi hişyariyeke mezin pêk aniye. Bi taybetî jî di pêngavên ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê pêş ketine de, di şer de bi şêwaz û taktîkên xwe yê fermandariyê sira serkeftinê derxistiye holê. Bi felsefeya azadiyê ve xwedî jiyanek dilnizim bû. Li hemberî êrîşên dijwar ên ku di şexsê Rêber APO de li dijî tevahî gelê Kurd pêk dihatin, kîna xwe vediguherand çalakiyê û di şexsê çeteyên DAIŞ’ê de li hemberî hêzên dagirker bi zanebûna ku pêwîste heya dawî şer bike tevgeriya û berpirsyariyên xwe bicîh anî. Hevrê Merwan, di serî de pêngavên rizgarkirina Reqa û Bagera Cizîrê, tevlê gelek pêngavan bû. Di her pêngavê de bi xwînsariyek mezin plansaziya rast pêş xist, bi ezmûnên xwe yên şer, şervanên xwe dixiste tevgerê. Bi vî rengî jî bû fermandarek mînak. Di Berxwedana Serdemê de li dijî dagirkeriya Efrînê, li yek ji qadên herî dijwar ên şer de, li qada Cindirêsê hevrê Merwan di asta fermandartiyê de cihê xwe girt, bi taktîkên dewlemend derbên giran li dijmin xist. Di vî şerê berxwedaniya bê hempa de, tevî rêhevalên xwe tevlê karwanên şehîdan bûye.
2. Di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de, operasyonên ku li gundewarên herêma Dêrazorê li dijî çeteyên DAIŞ’ê tên lidar xistin de derbên giran li çeteyan tê xistin û hebûna çeteyan ya vê herêmê jî her ku diçe ber bi dawî dibe. Di encama van operasyonan de hevalên me Çekdar û Leşker piştî berxwedaniyeke bê hempa ku li dijî çeteyan raber kirin gihîştine şehadetê.
3. Rêhevala me bi nasnav Hîra Viyan Amed ku li herêma Til Temirê erka xwe pêk di anî, di heman herêmê de encama qezayekî trafîkê di dîroka 21’ê Çileyê gihîştiye şehadetê.
Nasnameyên hevalên me yên şehîd wiha ne;

Nasnav: Egîd Cesur
Nav û Paşnav: Bilal Ayayna
Navê Dayik û Bav: Menîce – Mehmetcan
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn – 13. 03. 2018

Nasnav:Fedakar Amed
Nav û Paşnav: Mazlûm Orûç
Navê Dayik û Bav: Ezîze – Tehsîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn – 12. 03. 2018

Nasnav: Merwan Amara
Nav û Paşnav: Mehmet Şirin Gultepe
Navê Dayik û Bav: Gulîzar – Qasim
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn – 22. 02. 2018

Nasnav: Şervan Zaza
Nav û Paşnav: Yakup Yakışır
Navê Dayik û Bav: Xedîce – Mehmet Elî
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn – 08. 03. 2018

Nasnav: Çekdar Rêdûr
Nav û Paşnav: Mazlûm Çîmen
Navê Dayik û Bav: Şefîqa – Liyattîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor – 17. 01. 2019

Nasnav: Leşker Amed
Nav û Paşnav: Welî Molayî
Navê Dayik û Bav: Mehmer – Fûat
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor – 21. 01. 2019

Nasnav: Hîra Viyan Amed
Nav û Paşnav: Songul Ektî
Navê Dayik û Bav: Nûran – Fesîh
Cih û Dîroka Şehadetê: Til Temir – 21. 01. 2019
Em serî de sersaxiyê ji malbatên hevalên xwe yên şehîd ketine re û gelê xwe yê berxwedêr re dixwazin. Em di şexsê hevrê û fermandar Merwan de, şehîdên Berxwedana Serdemê û tevahî şehîdên şoreşê bi rêzdarî bibîr tînin û soza serkeftinê nû dikin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 23’ê Çileya 2019