Bi pêşketina şoreşa Rojava re têkoşîna gelan ya azadî û demokrasî li herêmên Bakure Sûriyê belav bû û bû têkoşîna gelan ya hevpar ya berxwedanê. Ev berxwedêriya bi heybet ya şoreşa Rojava vegeriya têkoşînek herî bi bandor Ii hember her cûre terorîzm û dagrikeriyê, destkeftiyên girîng û dîrokî derxistiye meydanê. Yek ji van berxwedanan ya sala 2014 a li Serêkaniyê, yek jî Berxwedana Serdemê ya Efrînê bû. Rêhevalên me Serhed Partîzan û Arî Zagros di sala 2014’an de li Serêkaniyê, Merwan Çiya û Agirî Qamişlo jî di sala 2018’an de li Efrînê şehîd ketin.
Nasnameyên hevalên me ên şehîd wiha ne:

Nav û Paşnav: Serhed Partîzan
Nasnav: Mihemed El Hecî
Navê Dayik û Bav: Amun – Eladîn
Dîroka Şehadetê: Serêkaniyê/ 28.05.2014

Nav û Paşnav: Merwan Çiya
Nasnav: Ebdilrehman El Ebid
Navê Dayik û Bav:Qeysî – Ehmed
Dîroka Şehadetê: Efrîn/22.02.2018

Nav û Paşnav: Arî Zagros
Nasnav: Hewraz Kerîm
Navê Dayik û Bav: Necme – Îdrîs
Dîroka Şehadetê: Serêkaniyê/28.05.2014

Nav û Paşnav: Agirî Qamişlo
Nasnav: Nofa Hesen
Navê Dayik û Bav: Wisam – Qehreman
Dîroka Şehadetê: Efrîn/ 03.03.2018
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 16’ê Pûşpera 2019