3 rêhevalên me di dîroka navbera 7 û 11’ê Çileyê de li Dêrazorê û Helebê gihîştine şehadetê. Di derbarê şehadetê rêhevalên me de agahiyên berfireh wiha ne;
1. Di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê a qonaxa dawî ya Şêrê Tunekirina Terorê de pêşveçûnên şervanên me didome û di encama operasyonên ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê li vê herêmê tê lidar xistin de derbên giran li çeteyan tê dayîn. Di vê çarçoveyê de;
Di dîroka 7 û 11’ê Çileyê de li gundê Şafaa û derdora wê li dijî çeteyên DAIŞ’ê operasyon hatin lidar xistin. Di van operasyonan de gelek kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn û herwiha gelek çek û cebilxaneya çeteyan ket destê şervanên me. Di encama van operasyonan de 2 rêhevalên me li dijî çeteyan bi lehengî şerkirin û gihîştin şehadetê.
2. Rêhevalê me bi nasnav Çiya Kurd ku li Helebê erkdar bû di encama qrîza dil de gihîştiye şehadetê.
Nasnameya rêhevalên me yên şehîd wiha ne;

Nasnav: Ehmed Girkêlegê
Nav û Paşnav: Mihemed Lîlî
Navê Dayik û Bav: Qumra – Îbrahîm
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor – 07. 01. 2019

Nasnav: Xelîl Dêrik
Nav û Paşnav: Hemze Şawîş
Navê Dayik û Bav: Ayşe – Îbrahîm
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor – 11. 02. 2019

Nasnav: Çiya Kurd
Nav û Paşnav: Serbest Omer
Navê Dayik û Bav: Nazliye – Behçet
Cih û Dîroka Şehadetê: Heleb – 11. 01. 2019
Em ji malbatên hevalên xwe yên şehîd û gelê me re sersaxiyê dixwazin û tevahî şehîdên me yên qehreman bi rêzdarî bi bîr tînin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 13’ê Çileya 2019