Pêngava Bagera Cizîrê ya qonaxa temamkirina rizgarkirina gundewarên başûr-rojhilatê Hesekê bi pêşveçûnên şervanên Hêzên Sûrî ya Demokratîk (QSD) ku hêzên me YPG-YPJ jî di vê pêngavê de cihê xwe digrin, bi hemû leza xwe didome. Di vê qonaxa duyemîn de piştî şerên dijwar yên di navbera hêzên me û çeteyên DAIŞ’ê qewimîn de 6 gund hatin rizgarkirin û derbên giran li çeteyan hate dayîn. Hebûna çeteyên DAIŞ’ê a li vê herêmê ber bi tunebûyinê ve diçe.
Di navbera dîroka 27’ê Gulanê û 7’ê Pûşperê de gundên ku hatin rizgarkirin de pevçûnên giran di navbera şervanên me û çeteyên DAIŞ’ê de derket. Rêhevalên me Elîşêr, Esîr û Şam Hesekê li dijî çeteyên DAIŞ’ê bi lehengî şer kirin û tevlî karwanên şehîdan bûn.
Em her sê rêhevalên xwe yên ku li Dêrazorê şehîd bûn bi rêzdarî bibîr tînin û em soza ku tekoşîna me ya azadiyê bi serkeftinê re tacîdar bikin heya dawî têbikoşin careke din nû dikin.
Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

Nasnav: Elîşêr
Nav û Paşnav: Selman Mihemed
Navê Dayikê: Xerma
Navê Bav: Ebîd
Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê
Cih û Dema Şehadetê: Dêra Zor / 7’ê Hezîrana 2018’an

Nasnav: Esîr
Nav û Paşnav: Mihemed Abud
Navê Dayikê: Fewziye
Navê Bav: Kamil
Cihê Ji Dayikbûnê: Dêra Zor
Cih û Dema Şehadetê: Dêra Zor / 27’ê Gulana 2018’an

Nasnav: Şam Hesekê
Nav û Paşnav: Sihêl El Ehmed
Navê Dayikê: Meryem
Navê Bav: Îsmaîl
Cihê Ji Dayikbûnê: Dêra Zor
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 6’ê Hezîrana 2018’an
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 9’ê Pûşpera 2018