Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

Em 2 rêhevalên xwe yên ku encama topbarana dagirkeriya Tirk de gihîştin şehadetê bi bîr tînin

  • December 17, 2018

Em 2 rêhevalên xwe yên ku encama topbarana dagirkeriya Tirk de gihîştin şehadetê bi bîr tînin

Hêzên me di çarçoveya qonaxa duyemîn ya Berxwedana Serdemê li Efrînê de di gelek cihan de çalakiyên bi bandor li dar dixin û derbên giran li hêzên dagirkeriyê dixin. Dagirkeriya ku nikare li hember çalakiyên hêzên me li berxwe bide bi çeteyên girêdayî xwe re êrîşên bi armanca qirkirina nîştecihên herêmê pêk tîne. Di vê çarçoveyê de;

Di dîroka 16’ê Kanunê piştî nîvro, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wî, herêma Şêrawa ya li ser Efrînê da ber topan. Di encama topbaranê de 2 rêhavalên me yên ku parastina nîştecihên herêmê de erkdar bûn şehîd ketin. Her wiha yek jê zarok 2 sivîl jî birîndar bûn.

Nasnameyên rêhevalên me yên şehîd wiha ye:

Nasnav: Mazlum Efrîn
Nav û Paşnav: Basil Kedro
Navê Dayik û Bav: Fatma – Ebdilfetah
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn – 16. 12. 2018

Nasnav: Zagros Efrîn
Nav û Paşnav: Edhem Erebo
Navê Dayik û Bav:Şînal – Heyder
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn – 16. 12. 2018

Em serî de ji malbatên her du şehîdên xwe re û gelê xwe yê berxwedêr re sersaxiyê dixwazin. Em di şexsê şehîdên Berxwedana Serdemê de hemû şehîdên xwe yên leheng bi rêzdarî bi bîr tînin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 17’ê Kanuna 2018