Şerê Tinekirina Terorê ya bi armanca kontrolkirina erdnîgariya dawî ya DAIŞ’ê a Hecînê, bi awayekî bê navber tê domandin. Hêzên YPG û YPJ yên ku ji destpêka şoreşa Rojava heya niha bi awayekî bê hempa di nav têkoşîna dij-teror de bûn, di vê pêngava dawî de jî bi erk û berpirsiyariyên xwe yên dîrokî radibin û di bin baneya QSD’ê de rola xwe dilîzin. Heya niha di şer û pevçûnên ku li herêmê qewimîn de, li gel ku derbên pirr giran li çeteyan hat dayîn, rizgarkirina gelek sivîlên ku di nav de hejmarek mezin jin û zarok jî hene pêkan bû ku ev jî yek ji armancên sereke yên pêngavê ye. Ligel vê, çeteyên DAIŞ’ê jî bi armanca domandina hebûna xwe ya li bakurojhilatê Sûriyê bi hemû hêza xwe êrîşî çeperên hêzên me dike. Di encama têkoşîna hêzên me yên dijwar, heya niha DAIŞ negihîştiye armanca xwe.
Yek ji van şerên giran di dîroka 24’ê mehê de di navbera hêzên me û çeteyan de, piştî hewldana çeteyan ya êrîşkirina ser çeperên hêzên me bi sûdwergirtina rewşa hewayê, qewimî. Di encama pevçûnên ku bi saetan ajotin û berxwedanek mezin hate raberkirin de êrîş hate şikandin, komên çete neçar man paşve bikişin. Di vî şerî de 17 rêhevalên me di encama berxwedaneke lehengane de şehîd ketin.
Gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn, babeta bi hev re jiyîna gelan ya li Kurdistanê ku bi şoreşa Rojava re derket holê, bi awayeke pratîk di 7 salên çûyî raberî hemû dinê kirin. Gelên Kurd, Ereb, Aşûrî, Tirkmen û Siryan li ser hîma redkirina jiyana koledarî ne adil têkoşînek xurt meşandin û li hember hemû êrîşan sekneke berxwedêr hilberandin. Gel û pêkhateyên cûda yên herêmê, îspat kirin ku rêya vala derxistina her cûre êrîş, ji bi hev re di heman sengeran de berxwedanê re derbas dibe. Mînaka vê ya dawî jî şerê ku îro li Dêrazor tê dayîne ku ji pêkhateyê kes û ligel wan hevrêyên me yên enternasyonalîst jî tê de cîhê xwe digirin. Gelên me yên Girêspî û Serêkaniyê ku bi salan bi zext û zordariya bi her rengî dîtin, tereddut nekirin ku keç û lawên xwe di vî şerê rûmetê de feda bikin. 17 rêhevalen me yên ku şehîd ketin jî bi zanebûn û hişmendiya azadî, herwiha bi ruhekî fedaîyane di vê pêngavê de bi erkên xwe rabûn û gihîştin şehadetê.
Di şexsê 17 hevalên xwe de, em hemû şehîdên ku di rêka azadkirina Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê de bûn cangorî, bi rêzdarî bibîr tînin. Em soz didin ku em ê mîrateya berxwedêrî ya ku pakrewanan li pey xwe hişt bibin xwedî û têkoşîna wan bibin serkeftinê.
Nasnameyên pakrewanên me wiha ne;

Nasnav: Alan Genterî
Nav û Paşnav: Eshed Cerah
Navê Dayikê: Nof
Navê Bav: Xilêf
Cihê Jidayibûnê: Serêkaniyê
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Dêra Zor / 24’ê Mijdara 2018

Nasnav: Ararat Serêkaniyê
Nav û Paşnav: Mihemed Xilêf
Navê Dayikê: Xêra
Navê Bav: Selîm
Cihê Jidayibûnê: Serêkaniyê
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Dêra Zor / 24’ê Mijdara 2018

Nasnav: Cîhad Silûk
Nav û Paşnav: Mihemed El Remen
Navê Dayikê: Xedice
Navê Bav: Xelef
Cihê Jidayibûnê: Serêkaniyê
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Dêra Zor / 24’ê Mijdara 2018

Nasnav: Demhat Silûk
Nav û Paşnav: Wa’il Feleh
Navê Dayikê: Siltana
Navê Bav: Hesen
Cihê Jidayibûnê: Girêspî
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Dêra Zor / 24’ê Mijdara 2018

Nasnav: Egîd Heba
Nav û Paşnav: Telal Sebîl
Navê Dayikê: Mesîra
Navê Bav: Xemîxim
Cihê Jidayibûnê: Girêspî
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Dêra Zor / 24’ê Mijdara 2018

Nasnav: Ferhad Sedî
Nav û Paşnav: Nayif Hemud
Navê Dayikê: Emşa
Navê Bav: Ebdulah
Cihê Jidayibûnê: Girêspî
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Dêra Zor / 24’ê Mijdara 2018

Nasnav: Hazir Silûk
Nav û Paşnav: Mihemed El Xeşam
Navê Dayikê: Meryem
Navê Bav: Ferhan
Cihê Jidayibûnê: Girêspî
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Dêra Zor / 24’ê Mijdara 2018

Nasnav: Kamîran Bedo
Nav û Paşnav: Mihemed Ugla
Navê Dayikê: Rebû’a
Navê Bav: Hemed
Cihê Jidayibûnê: Girêspî
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Dêra Zor / 24’ê Mijdara 2018

Nasnav: Kînan Silûk
Nav û Paşnav: Usame El Rafeh
Navê Dayikê: Xazî
Navê Bav: Hemîd
Cihê Jidayibûnê: Girêspî
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Dêra Zor / 24’ê Mijdara 2018

Nasnav: Lewend Serêkaniyê
Nav û Paşnav: Yusuf El Se’ed
Navê Dayikê: Hilala
Navê Bav: Ehmed
Cihê Jidayibûnê: Serêkaniyê
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Dêra Zor / 24’ê Mijdara 2018

Nasnav: Leys Zêdî
Nav û Paşnav: Mecid Mihemed
Navê Dayikê: Necah
Navê Bav: Xilêf
Cihê Jidayibûnê: Girêspî
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Dêra Zor / 24’ê Mijdara 2018

Nasnav: Orhan Silûk
Nav û Paşnav: Fedî El Ayid
Navê Dayikê: Yazî
Navê Bav: Îd
Cihê Jidayibûnê: Girêspî
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Dêra Zor / 24’ê Mijdara 2018

Nasnav: Qehreman Silûk
Nav û Paşnav: Nayif Siûd
Navê Dayikê: Enud
Navê Bav: Salim
Cihê Jidayibûnê: Girêspî
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Dêra Zor / 24’ê Mijdara 2018

Nasnav: Qendîl Silûk
Nav û Paşnav: Mehmûd El Etiye
Navê Dayikê: Aliye
Navê Bav: Benawî
Cihê Jidayibûnê: Girêspî
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Dêra Zor / 24’ê Mijdara 2018

Nasnav: Reşîd Silûk
Nav û Paşnav: Xelef El Lafî
Navê Dayikê: Îda
Navê Bav: Mûrşid
Cihê Jidayibûnê: Girêspî
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Dêra Zor / 24’ê Mijdara 2018

Nasnav: Serdar Zêdî
Nav û Paşnav: Ibrahîm El Tel
Navê Dayikê: Debha
Navê Bav: Hemdan
Cihê Jidayibûnê: Reqa
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Dêra Zor / 24’ê Mijdara 2018

Nasnav: Sîpan Ocalan
Nav û Paşnav: Ehmed Refa’an
Navê Dayikê: Zuleyfe
Navê Bav: Mixlif
Cihê Jidayibûnê: Girêspî
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Dêra Zor / 24’ê Mijdara 2018
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 1’ê Kanuna 2018