2 şervanên me di qezeyekê de dema erka xwe ya leşkerî dianîn cih li Dêrazorê şehîd bûn.
Şervanên me Armanc Kobanê (Eymen Osman Kor) û Mihdî (Hesen Mihemed El Debûs) di qezeyeke trafîkê de li herêma kargehan a bakurê Dêrazorê şehîd bûn.
Em sersaxî ji malbatên her du şehîdan re dixwazin. Em ê rêya wan berdewam bikin ta ku hêviyên wan bînin cih.
Agahiyên li ser nasnameyên şehîdan wiha ne:
Nasnav: Armanc
Nav û paşnav: Eymen Osman Kor
Navê dayîkê: Bedîa
Navê bav: Osman
Cihê û dîroka ji dayîkbûnê: Kobanê, 1997
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-Kargeh-26-5-2024
***
Nasnav: Mihdî
Nav û paşnav : Hesen Mihemed El Debû
Navê dayîkê: Şemse
Navê bav: Mihemed
Cih û dîroka jidayîkbûnê: Dêrazor -1998
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-Kargeh-26-5-2024
Navenda Çapameniya Hêzên Sûriya Demokratîk
29.05.2024















