Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

Di lêdana Balafira bêmirov de Hevrêyê me Goran Şehîd bû

  • November 4, 2024

Di lêdana Balafira bêmirov de Hevrêyê me Goran Şehîd bû

Hêzên dagirker ên Tirk û çeteyên wan, bêyî ku li ber çavan bigirin ka çi astengiyên exlaqî, mirovî an yasayî hene, bi êrîşên xwe yên bênavber ên şev û roj, aloziya leşkerî ya li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomînin.

Duh, roja Pêncşemê, şervanê me “GoranAmûdê” (Salih Heysem Xelîl) dema ku li ser erka xwe bû, ji aliyê balafireke bêmirov a dagirkeriya Tirk ve hate hedefgirtin û şehîd ket.

Hevalê me yê şehîd xwedî kesayetiyeke hêja bû û di nava hevalên xwe yên şervan de xwedî rêzeke mezin bû. Ev rêz ji ber dilsoziya wî ya di perwerdeyê de, girêdayîna wî ya bi fermanan û ruhê wî yê xurt ê hevaltiyê dihat.

Em sersaxiyeke kûr pêşkêşî malbata şehîd û malbatên hemû şehîdên xwe dikin; her wiha em soz didin ku xwîna hevalên me yên şehîd dê li erdê nemîne û em ê zû an dereng tola wan ji dijminan hilînin.

Navenda Çapameniya Hêzên Sûriya Demokratîk

04.11.2024