Tevî hemû zehmetiyan, şervanên me yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk; li hemû eniyan li dijî hêzên dagirker ên Tirk û çeteyên wan, berxwedan û sekna xwe ya bi biryar didomînin; di heman demê de jî şopandina bermayiyên şaneyên terorîst ên DAIŞê didomînin.
Di encama êrîşeke artêşa dagirker a Tirk a li ser eniya Eyn Îsayê de, sê şervanên me şehîd bûn.
Şehîdên me ev in:
Sincar (Xalid Hesen El-Şewax)
Herdû Bira Akîf Karama (Îmad Elî Receb El-Hellat) û Alî Şêr (Muhemmed Elî El-Hellat).
Em sersaxiyên xwe yên kûr pêşkêşî malbatên van her sê şehîdan û malbatên hemû şehîdên xwe dikin û em careke din tekezî li ser girêdayîna xwe ya şopandina rêya wan û standina tola xwîna wan bi riya hesabpirsîna ji kujer û sûcdaran dikin.
Nasnameya Şehîdên Me Wiha ne:
Navsnav: Sincar
Nav û paşnav: Halid Hasan El-Şevakh
Navê dayikê: Temam
Navê bav: Hesen
Cihê jidayikbûnê: Reqa
Cih û dîroka şehadetê: Eyn Îsa – 07.01.2024
***
Navsnav: Akîf Kerema
Nav û paşnav: İmad Receb El Hilat
Navê dayikê: Xatûn
Navê bav: Elî
Cihê jidayikbûnê: Reqa
Cih û dîroka şehadetê: Eyn İsa – 07.01.2024
***
Navsnav: Elîşêr Kerema
Nav û paşnav: Muhamed Elî El Hilat
Navê dayikê: Xatûn
Navê bav: Elî
Cihê jidayikbûnê: Reqa
Cih û dîroka şehadetê: Eyn İsa – 07.01.2024
Navenda Çapameniya Hêzên Sûriya Demokratîk
09.01.2024
















