Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

DAXUYANÎ

DAXUYANÎ

  • October 28, 2019

Rêheval Zeynep û Nêrgîz Bûn Pêşengên Berxwedana Rûmetê

Di şexsê pêşengên berxwedana Serê Kaniyê, rêheval Zeynep û Nêrgîz de em şehîdên berxwedana rûmetê û tevahî şehîdên şoreşa azadiya gelan bi bîrtînin. Em soza xwe ya bi şehîdan re dubare nû dikin. Ji gelê me û malbata herdu rêhevalan re em sersaxî dixwezin. Şoreşa azadiya gelan di 9 salên derbas bûyî de gelek pêşeng, […]

  • October 23, 2019

Em rêheval Amara bi rêzdarî bîrtînin

Em di kesayeta rêheval Barîn, Hevrîn û Amara de tevahî jinên berxwedêr û tekoşînvan bi rêzdarî bîrtînin û soza me daye wan nû dikin. Di êvara 21 Cotmehê de, li gundê Çelbê yê girêdayî Kobanê ye, şervanên me dema di çerçeveya mafê parastina rewa de, di çeperên xwe da bûn. Dewleta Tirk û çeteyên wî […]

  • October 21, 2019

Hevrê Zîn, Fermandar, Pêşeng Û Kedkara Mezin Ya Şoreşê Bû

Jina berxwedêr, fermandara demê, kedkara şoreşê bû hevrêya me Zîn Kobanê. Em di kesayeta wê de, tevahî dildarên şoreşa mirovahiyê, şehîdên di oxira parastina nirxên gelan de canê xwe feda kirin û tevahî şehîdên berxwedana Rûmetê bi minetdarî bi birtînin. Em ji malbata hevrê Zîn, gelên Bakûrê-Rojhilatê Sûriyê û tevahî jinên tekoşer yên ku di […]

  • October 17, 2019

Ew, Rêheval û Nûçegîhana Rojên Zor Bû

Em di şexsê lêgerînvana heqîqetê,  şopdara Rohenda û şehîdên berxwedana Rûmetê de hevrêya xwe ya tekoşîner Dilovan Gever bi bîrtînin. Em soz didin heya dawî em ê li ser rêya ku wê di oxirê de canê xwe feda kirî bimeşin.  Em ji hemû gelê me yê berxwedêr, şervanên heqîqetê û malbata hevrêya xwe re sersaxî […]

  • October 13, 2019

Şehadeta Heval Hevrîn Ji Bo Me Fermana Berxwedanê Ye

Em bi rihê berxwedêr, bi sekin û biryardariya şehîdên xwe, pêşeng û jina tekoşînvan, ya di bin her şert mercan de ji bo azadiya gelê xwe tekoşîn meşand bi hurmet û rêzdariyeke mezin rêheval Hevrîn Xelaf bi bîrtînin. Em di şexsê hevrêya doza azadiyê, rêheval Hevrîn de tevahî şehîdên şoreşa azadiyê bi bîrtînin û soza […]

  • October 5, 2019

Rêhevalên me yê sala 2015 û 2016’an şehîd bûne em bi rêzdarî bi bîr tînin

Di têkoşîn û berxwedaniya me ku di salên 2015 û 2016’an di asta herî jor de dihat meşandin de, ji Hesekê heya Minbicê di operasyonên ku hêzên me li dar dixist de gelek rêhevalên me yên leheng şehîd bûn. Rêhevalên me Adar, Delîl, Dilxwaz, Fûad, Hawar û Welat di pêngavên şehîd Fermandar Rûbar Qamişlo û […]

  • September 4, 2019

Em rêhevalê xwe Bedran Siverek bi rêzdarî bibîr tînin

Hevrê Bedran Sîverek di dîroka 28’ê Tebaxa 2019’an de di operasyoneke ku hêzên me li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê li herêma Dêrazorê li dar xist de şehîd ket. Hevrê Bedran di nav malbateke welatparêz ji dayik bibû. Di demeke ku li hemberî Rojavayê Kurdistanê êrîş çêdibûn tevlî nav refên me bû. Hevrê Bedran, bi […]

  • September 1, 2019

Hevrêyê me Zinar Canşêr di encama nexweşiya krîza dil de şehîd bû

Hevrêyê me Zinar Canşêr 29’ê Tebaxa 2019’an  dema ku li navçeya Şêrawa ya Efrînê li ser erk û berpirsiyariya xwe bû, di encama nexweşiya krîza dil şehîd bûye. Hevrê Zinar, di nava malbateke welatparêz de li navçeya Raco ya girêdayî Efrînê ji dayik bû. Piştî ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê herêma Efrînê […]

  • August 24, 2019

Rêheval Zîn Di Şopa Bavê Xwe De Bû Sembola Hevrêtiya Rast

Em di şexsê rêhevala xwe Zîn Şoreş û Bavê wê de, tevahî şehîdên azadiyê bi bîrtînin, Li hemberî ked û fedekariya malbatên me yên şehîd, soza domandina tekoşînê nû dikin. Ji malbata hevrê Zîn û gelê me re sersaxiyê dixwazin. Bi destpê kirina şoreşa Rojava re, gelê me bi hezaran berdêl di oxira serxistina şoreşê […]

  • August 21, 2019

Em Ê Bi Tekoşîna Xwe Xeyalên Hevrê Emgîhan Bi Cîh Bînin  

Di şexsê Rêhevala me Emgîhan Cûdî de, em tevahî şehîdên tekoşîna azadiyê bibîrtînin. Li hember fedekarî, ked û tekoşîna hevrê Emgîhan, soza şopandina rêya şehîdan nû dikin. Ji malbata rêheval Emgîhan û tevahî malbatên şehîdan re sersaxî dixwezin. Rêhevala me Emgîhan CUDÎ, hemû jiyana xwe di nav refên tekoşîna azadiyê de derbas kir. Ji  malbateke […]