Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

Category: Uncategorized

  • August 20, 2021

Em Fermandar Rênas Roj birêzdarî bibîr tînin

Şoreşa Rojava û Bakûr Rojhilatê Suriyê, îro bûye çavkaniya azadî û bi hevre jiyankirina gelan. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, her tim li hember vê pêvajoya avakirinê êrişan li dar xistine. Li pêş çavên hemû cihanê ev êriş pêş ketine û ewlehiya gelên herêmê ketiye bin xetereyê. Ev êriş îro jî berdewam dikin. […]

  • August 7, 2021

Em rêhevalê xwe Dersim Munzur bi rêzdarî bibîr tînin

Rêhevalê me Dersim Munzur, li roja 3ê Tabaxê, li Hesekê di encama qezaya perwerdehiyê de gihişt şehadetê. Rêheval Dersim, li Kobanê di nav malbatek welatparêz de ji dayik bû. Bi bandorbûna kevneşopiya berxwedêr, tevli nav refên me bû. Rêheval Dersim, li hember paşverûtî û dagirkeriyê, bi biryardarî û zanebûneke mezin têkoşîn meşand. Heta kêliya dawî […]

  • July 26, 2021

Em rêheval Zinar Efrîn bi rêzdarî bibîr tînin

Li roja 25ê Tîrmehê, li herêma Efrînê rêhevalê me Zinar Efrîn di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker de gihişt şehadetê. Di heman topbaranê de 2 rêhevalên me jî brîndar bûn. Rêheval Zinar li Efrînê di nav malbatek welatparêz de mezin bû. Hestên welatparêziyê di kesayeta xwe de zivirand zanebûnekî û li ser vê esasê […]

  • July 7, 2021

Em rêheval Dilşêr Efrîn birêzdarî bibîr tînin

Li roja 5ê Tîrmehê rêhevalê me Dilşêr Efrîn, li herêma Efrînê dema li ser erka xwe bû gihişt asta şehadetê. Rêheval Dilşêr li Helebê di nav malbatek welatparêz de ji dayik bû. Di têkoşîna me ya li hember qirkirin û dagirkeriyê de heta kêliya dawî cihê xwe girt û bû şervanekî rûmetê. Hevrê Dilşêr, bi […]

  • June 29, 2021

Em rêhevalê xwe Mazlum Serhed bi rêzdarî bibîr tînin

Rêhevalê me Mazlum Serhed li roja 28ê Tîrmehê, li Hesekê di encama qezaya trafîkê de gihişt şehadetê. Rêheval Mazlum dema ku têkoşîna azadiyê li rojavayê Kurdistan û bakûrê Suriyê pêş diket tevli nav refên me bû. Bi bawerî û coşeke mezin kar û xebatên şoreşê meşand û hemû erkên xwe heta kêliya dawî bi berpirsiyartiyek […]

  • June 9, 2021

Em 3 rêhevalên xwe yên ku di Berxwedana Serdemê de gihiştine şehadetê bi rêzdarî bibîr tînin

Gelê me ji bo jiyaneke azad û demokratîk têkoşîneke bêhempa derxist holê. Ji destpêka şoreşa Rojava heta roja îro, têkoşîna ku li hember hêzên paşverû û dagirker yên ku dijminê mirovahiyê ne, hat meşandin ji bo hemû gelên cihanê bû mînakek bêhempa. Şoreşa Rojava paşverûtiyê DAIŞê hilweşand, nirxên mirovahiyê parast û nirxên demokratîk diyariyê hemû […]

  • May 28, 2021

Em rêhevalên xwe Şervan Dîgor û Mazlum Nêrebiyê bi rêzdarî bibîr tînin

Li roja 26ê Gulanê li gundê Merenazê ya girêdayî navçeya Şera, di encama êrişên dijmin de du rêhevalên me gihiştin asta şehadetê. Rêhevalên me Şervan û Mazlum,  ji roja ku tevlî refên me bûn heta kêliya dawî, li hemberî dagirkeran bi rihek fedayî têkoşîn kirin û bi fedakariyek mezin erk û berpirsiyarên xwe bi cîh […]

  • May 28, 2021

Em rêheval Agirî Qamişlo bi rêzdarî bibîr tînin

Rêhevalê me Agirî Qamişlo li roja 24ê Gulanê, di encama qezayê perwerdehiyê de gihişt şehadetê. Rêheval Agirî li Qamişlo di malbatek welatparêz de ji dayik bû û di temenek ciwan de şoreşa Rojava nas kir. Bi hestên welatparêziyê mezin bû, wan hestan di kesayeta xwe de zivirand hêzekî û tev li refên şoreşê bû. Rêheval […]

  • May 19, 2021

Em rêheval Xemgîn Azadî bi rêzdarî bibîr tînin

Rêhevalê me Xemgîn Azadî li roja 10ê Gulanê, di encama qezayê perwerdehiyê de gihişt şehadetê. Hevrê Xemgîn di demeke ku têkoşîna azadî û demokrasiyê li Rojava û Bakurê Sûriye pêş diket û mezin dibû, tevli refên me bû. Hevrê Xemgîn kêlî bi kêlî bi rihek fedayî tevlî têkoşînê bû û erk û berpirsiyariyên xwe bi […]