Hevrêyên me; Delîl Cemîl Hebîb (Kemal Qamişlo), Elî Ebdilkerîm El Ehmed (Elî Nêrebiyê), Mihemed Ebdilrehman Eltaha (Ebû Reed) Nasir Receb El Xelîfa (Ebû Şam Idlibî), di berxwedana li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bûn.
Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan û hemû şehîdên xwe re dixwazin. Em soz didin ku em ê berxwedanê li ser şopa wan mezin bikin, serkeftinê bi dest bixin, axên xwe yên dagirkirî azad bikin, terorê têk bibin û ewlehî û aramiya herêmên xwe biparêzi.
Nasmameya Şehîdên Me Wiha ne:
Nasnav: Kemal Qamişlo
Nav û paşnav: Dalîl Cemîl Hebîb
Navê Dayikê: Suheyla Ehmed
Navê Bav: Cemîl Hebîb
Cihê Jidayikbûnê: Qamîşlo
Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo – Ji ber nexweşiya giran, 04.03.2025
***
Nasnav: Eli Nêrebiyê
Nav û paşnav: Elî Ebdulkerîm El Ehmed
Navê Dayikê: Zahîde
Navê Bav: Ebdulkerîm
Cihê jidayikbûnê: Heleb – Neyrabiyê
Cih û Dîroka Şehadetê: Tebqa – Krîza dil, 03.03.2025
***
Nasnav: Ebû Read
Nav û paşnav: Mihemed Ebdulrehman El Taha
Navê Dayikê: Meryem
Navê Bav: Ebdulrehman
Cihê jidayikbûnê: Idlib – El Ramî
Cih û Dîroka Şehadetê: Minbic, 08.12.2024
***
Nasnav: Ebû Şam Idlibî
Nav û paşnav: Nasir Receb El Xelîfe
Navê Dayikê: Fatima
Navê Bav: Receb
Cihê Jidayikbûnê: Tebqa
Cih û Dîroka Şehadetê: Minbic, 08.12.2024
Navenda Çapameniya Hêzên Sûriya Demokratîk
05.03.2025















