Ji çapemenî û raya giştî re!
Di demên zehmet de û li pêşberî êrîşkaran berxwedanên bi rumet dibin mertal li pêşiya dijminan û wan têk dibe û paş de vedigerîne. Xewnên wan li ber cesaret û qehremaniya fedakaran têk diçin. Avesta Xabûr dest bi qonaxeke din a berxwedanê kir, wê bibe sernavê berxwedana me ya li dijî dagirker û êrîşkaran.
Efrîna berxwedanê ku meşaleya xwe ji Kobanê wergirt, îro ronahiya wê bi xwîna şehîdên xwe yên qehreman geştir dike. Bi xwîna şehîdên ku rojane efsaneyên qehremanî li dijî dagirker û terorîstan xêz dike. Îro careke din li ser erda Efrînê fedakarî kir û ber bi ezmanê azadiyê ve, cihê gelek qehremanan ve çû. Di Berxwedana Serdemê ku ket hefteya xwe ya duyemîn de li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê ve tê meşandin, fedakarî hate kirin.
Şehîda qehreman Avesta Xabûr, şervana YPJ û endama Yekîneyên Antî Teror (YAT) şervanek xwedî cesaret bû û rojekê ji pêkanîna erka xwe gav paş de neavêt. Niha jî bû canê xwe kir pirek pîroz da ku rê nede ku artêşa Erdogan û terorîstên wî bikevin Efrîna bi ewle.
Bi şehadeta şervana qehreman Avesta Xabûr Berxwedana Serdemê li dijî şerê qirêj ket qonaxeke nû. Şerê qirêj ku di encama komploya çend dewletan li ser gelê me hatiye ferzkirin. Pîlanên wan li dûrî hesabên gelê me û jiyana wî ya bi rumet û dûrî biratiya gelê Sûriyê pêk hatiye. Îro bi şehadeta Avesta Xabûr em ketin qonaxeke nû ya berxwedanê ew jî wê serkftina di şer wê bi rihê fedakarî, pêşketin û êrîşa li dijî dijmin û terorîstan pêk tê.
Şehadeta Hevala me Avesta Xabûr ji me bû nameyek ku em berxwedan û tekoşîna xwe ya li dijî dagirker û êrîşkaran xurtir bikin û bi hemû şêwazan ji hemû cîhanê re isbat bikin ku em fedayiyê jiyana azad in, em ê qebûl nekin ku em bê azadî jiyan bikin, heta em canê xwe ji bo pêkanîna wê feda bikin.
Gelê me li Bakurê Sûriyê ku xwest azad jiyan bike û bibe rêberê xwe, nebe koleyê tu aliyan û nekeve hesabên bazarên siyasî yên dewletên niha şer dikin, xwest ku hêza xwe ya xweser bi destpêka tevgera gel û bihara gelan re vekir. Bingeha xweparastina rewa esas girt û bingeha sereke ya hêzên xwe ku îro li dijî artêşa herî dijwar a Rojhilata Navîn û li dijî terorîstên ku welat derbas kirin û artêş têk birin me li ber xwe da.
Me bi komîteyên gel ên herêmî destpê kir û me tax û gundên xwe parastin, paşê ji bo em gundên xwe biparêzin me hêza xwe mezin kir û îro bûye hêzeke pispor hemû Bakurê Sûriyê di nava sîstemeke siyasî ku ji hemû pêkhateyan hatiye sazkirin, tevdigere. Ev hêz ji dilê rewşa niştimanî ya Suriyê hate sazkirin û li dijî projeyên tarî yên DAIŞ, El Qaîde û Erdoganî li Sûriyê sekinî. Îro û li şûna hemû gelê Sûriyê li dijî artêşa faşîst a Tirk û terorîstên wê şer dike.
Va ne hêzên me yên berxwedêr, hevala me ya fedakar Avesta Xabûr ji artêşa Tirk û terorîstên wan ên rêxistina El Qaîda ku li Bakurê Sûriyê hatin komkirin û îro ber bi şerê gelê me yê Efrînê ve hatin şandin, nikarin îradeya gelê me bişkînin. Tevî çekên wan ên giran ku li dijî exlaq û qanûnên şer ku bi kar tînin jî nikarin pêşkevin.
Hêzên me bi wan re ketin şerê vekirî da ku ji hemû cîhanê re isbat bikin ku em ê heta nefesa xwe ya dawî li berxwe bidin. Ev artêşa faşîst û çeteyên wê wekî nexweşiya penceşêrê li Sûriyê belav bûne, wê rastî berxwedaneke dîrokî wekî berxwedana Kobanê werin.
Efrîna ku darên wê bi xwîna şehîdên me wekî şehîd Avesta Xabûr hate avdan, wê heta serkeftinê liber xwe bide. Me biryara ku em ê liber xwe bidin û li pişt hemû kevir û daran em ê li dijî wan bin, li her gund, kolan, mal û cihekî em ê derbeyên giran ên têkçûnê li wan bixin. Çawa dewleta wan a nexwe (Siltaniya Osmanî) ket wê Erdoganê nexweş û dîn wê li hîma berxwedana Efrînê bikeve.
Em wekî Fermandariya Giştî ya YPG’ê soz didin gelê xwe ku wê fedakar Avesta Xabûr bibe sembolek û findek ku riya me ya çûyîna ser dijmin ronî bike. Her şervanek me wê bibe fedayîyek di ber gel û xaka xwe de. Em ê heta dawî girêdayî rihê fedakarî yê têkbirina artêşa Erdogan û çeteyên wî bin. Em ê mizgîniya serkeftina wefadariya bi xwîna şehîdên xwe re ji gelê xwe re pêşkêş bikin.
Fermandariya Giştî ya YPG | 29’ê Çile ya 2018