Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

Artêş Serêkniyê

  • October 29, 2024

Artêş Serêkniyê

Hevrê û şervanê me Artêş Serêkaniyê (Adnan Muhammed al-Hammada), di çarçoveya êrîşên dagirkeriya Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, bi taybetî di êrîşeke xayinane ya bi balafira bêmirov (drone) de ya êvara Yekşemê, birîndar bû û piştre şehîd ket.
Hevrêyê me yê şehîd Artêş bi moralê xwe yê bilind û ruhê xwe yê hevrêtiyê dihat naskirin. Ew wêrek bû, li hemberî zehmetiyan bê tirs bû, nêzîkî hevrêyên xwe bû û di pêkanîna erkê xwe de xwedî îradeyeke bêdawî bû.
Em sersaxiyên xwe yên kûr pêşkêşî malbata şehîd û malbatên hemû şehîdên xwe dikin û em careke din soza xwe dubare dikin ku em ê rêya wan bidomînin û tola xwe ji dijminê kujer û sûcdar hilînin.

Navenda Çapameniya Hêzên Sûriya Demokratîk

29.10.2024