Dewleta Tirk a dagirker û bi çeteyên girêdayê wê re di 20’ê Çile ya 2018’an de bi armanca dagirkirina Kantona Efrînê bi hewayî û bejahî de êrîşek dabû destpêkirin. Artêşa dagirker û çeteyên wê ku nekarîbûn di bejahî de pêşde biçin bi awayek dijwar teknîk bikar anîbû. 2 mehan bênavber di serî de balafirên şer, balafirên keşfê, bi tang û obûsan êrîş pêk anîbû. Şervanên YPG û YPJ rûxmê êrîşa teknîkî a dijwar heta dawî li berxwe dane. Di derbarê vê berxwedanê de rêhevala me Dêrîn Denîz ku di parastina navenda bajarê Efrînê de cîh digirt di 15’ê Adara 2018’an de di êrîşa balafirên şer a artêşa Tirk a li hemberî navenda bajarê Efrînê de gihiştiye şehadetê.
Di derbarê Pêngava Bagera Cizîrê a ku ji ber êrîşên li ser Efrînê de navber hatibû dayîn niha jî li hemberî çeteyên DAIŞ’ê operasyon berdewam dikin. Hêzên me yên YPG û YPJ’ê ku dibin sîwana QSD’ê de di pêngavê de cîh digrin operasyona ku li hember çeteyên DAIŞ’ê tê lidarxistin bi awayekî aktîf tevlî dibin. Di 6’ê Gulanê de di operasyonek li hemberî çeteyên DAIŞ’ê de rêhevalê me Midhî El Hemadî dema şerê li hember çeteyan de bi awayek qehremanî şer kiriye û gihiştiye şehadetê.
Di heman demê de di 9’ê Gulanê de li Şedadê rêhevalê me Delîl Amûdê dema li ser erka xwe bû, gihiştiye şehadetê.
Em wekî hêzên YPG û YPJ di şexsê rêhevalên me Delîl, Dêrîn û Midhî de hemû şehîdên xwe yên qehreman bi rêzdarî bibîr tînin. Bi girêdana bîranînê wan re soza ku me daye şehîdên xwe û gelên xwe em dûbare dikin û em ê heya vê sozê bi serkeftinê tacîdar bikin, têbikoşin. Em sersaxî ji malbata 3 rêhevalên xwe û gelê xwe re dixwazin.
Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

Nasnav: Delîl Amudê
Nav û Paşnav: Delîl Ezîz
Navê Dayikê: Bedîa
Navê Bav: Ezîz
Cihê Jidayikbûn: Amudê
Cih û Dîroka Şehadetê: Şedadê / 9’ê Gulana 2018

Nasnav: Dêrîn Deniz
Nav û Paşnav: Asya Mustafa
Navê Dayikê: Helîme
Navê Bav: Osman
Cihê Jidayikbûn: Minbic
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / 15’ê Adara 2018

Nav û Paşnav: Midhî El Hemadî
Navê Dayikê: Ezawî
Navê Bav: Ferzende
Cihê Jidayikbûn: Dêrezor
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêre Zor / 6’ê Gulana 2018
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 11’ê Gulana 2018