Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

Em Fermandar Karker û 7 rêhevalên xwe bi rêzdarî bibîr tînin

  • May 21, 2018

Em Fermandar Karker û 7 rêhevalên xwe bi rêzdarî bibîr tînin

Dewleta Tirk a dagirker, di her firsetê de êrîşî destkeftiyên ku Şoreşa Rojava bi fedakariyên mezin bi destxistî dike. Êrîşên li hemberî Şoreşa Rojava ku di sala 2013’an de bi çeteyên El Nusra re destpêkirî, di sala 2014’an de bi çeteyên DAIŞ’ê heta dawiya 2017’an bi awayek hovane berdewam kiriye.

Gelê me li hemberî van êrîşên îmha û dagirkeriyê yên bi komên çeteyên cuda cuda pêkhatin, bi fedakariyek mezin şerê berxwedanê daye meşandin. Yekîneyên me yên YPG û YPJ’ê û hêzên QSD’ê di destpêka 2018’an ve li hemberî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên girêdayî El-Qaîdê şerê berxwedanê dimeşîne. Dewleta Tirk û komên çeteyan cara yekem rasterast êrîşên dagirkeriyê dan destpêkirin û rûyê xwe yê rast nîşan dan. Dîrok cara yekem dibe şahidê şerê berxwedaniyek wek a Efrînê ku 2 mehan bi pêşengtiya hêzên me YPG û YPJ’ê û bi alîkariya rihê fedayi yê gelê me re hatî meşandin. Yên ku rolê pêşengtiya vê berxwedana bi heybet û dîrokî girtin ser xwe û di rûpelên dîrokê de nexşkirin şehîdên me ne. Fermandar Karker Êrîş û bi sedan rêhevalên me yên şehîd bi sekn, fedakarî û kedek bê hempa berxwedana Efrînê kirin malê dîrok û serdemê.

Fermandar Karker ku di pêvajoya seferberiya ji bo Rojava de tevlî Şoreşa Rojava bûyî, kedek qasî mezinahiya navê xwe da û herî dawî di çeperên pêş ên şerê berxwedana Efrînê de cih girt. Fermandar Karker ku xwedî li rêya tekoşîna gelê Kurdistanê ya li hemû parçeyên Kurdistanê derdiket, bi tekoşîna xwe kete nava sembolên berxwedana Efrînê. Fermandar Karker, di gotin û kirinên xwe de yek, hemû wextê xwe bi kedê afirandin, bi rêz û hezkirinek mezin bi nirxên ku afirandî ve girêdayî bû. Fermandar Karker di vê şerê berxwedana dîrokî de bi rihê fedayî şer kir û tevlî karwanên şehîdan bû.

 Em di serî de rêhevalê ku bûyî sembola fedakarî û kedê Karker Êrîş, rêveval Adil Sînan, Bahoz Amed, Çem Rojhilat, Egîd Faraşîn, Rêdûr Suruç, Şoreş Solhan û Zîlan Bêrîtan bi rêz û minet bi bîr tînin. Em soza jiyankirina rihê berxwedana ku wan derxistî holê didin.

Fermandariya Giştî ya YPG | 21’ê Gulana 2018