Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

Em Rêheval Mihemed Erûr ku li Efrînê gihişt şehadetê bi rêzdarî bibîr tînin

  • June 10, 2018

Em Rêheval Mihemed Erûr ku li Efrînê gihişt şehadetê bi rêzdarî bibîr tînin

Dewleta Tirk a dagirker bi 19’ê Tîrmeha 2012’an ji destpêka Şoreşa Rojava re bê navber hewildanên êrîşkirina Rojava da destpêkirin. Herî dawî di 20’ê Çile ya 2018’an de hemû derfetên xwe kirin seferberiyê û êrîşên dagirkerî û qirkirinê li ser Efrînê dan destpêkirin. Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê rastî berxwedanek bê hempa ya hêzên me yên YPG û YPJ’ê hat. Dewleta Tirk a dagirker bi çekên herî giran êrîşî vê berxwedanê kir û xwest bi van êrîşan encam bigire. Di vî şerê ku heta niha jî berdewam dike, hêzên me bi berxwedanek efsaneyî derbeyên giran li dewleta Tirk a dagirker xistin. Her rêhevalek me yê ji bo tekoşîna azadiyê dide rêvebirin bi seknek û berxwedanek qehremanî planên dijmin serûbin kirin. Bi vî awayî carek din nîşan da ku ji bilî rêya berxwedanê tu rê ji rizgarkirina pêşeroja gelê Kurd re nîne.

Rêhevalê me Mihemed Erûr di berxwedana parastina navçeya Cindirêsê de cih girt û di encama bombebarana balafirên dewleta Tirk a dagirker yên di 20’ê Sibatê pêkhatîn de gihişt şehadetê. Me ji ber giraniya şer sicîla rêhevalê xwe bi rayagiştî re parve dikin.

Nasnameyê şehîdê me wiha ye:

Nasnav: Mihemed Erûr

Nav û Paşnav: Hisên El Hesen

Navê Dayikê: Şemse

Navê Bav: Ebdilbaqî

Cihê Jidayikbûnê: Rimêlan

Cih û Dema Şehadetê: Cindirêsê / 20’ê Sibata 2018’an

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 10’ê Pûşpera 2018