Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

Rêhevala me Warşîn Minbic ku li Dêrezorê gihişt şehadetê bi rêzdarî bibîr tînin

  • June 11, 2018

Rêhevala me Warşîn Minbic ku li Dêrezorê gihişt şehadetê bi rêzdarî bibîr tînin

Di 31’ê Gulana 2018’an de li bejahiya Dêrazorê di Pêngava Bagera Cizîrê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê de hevala me Warşîn Minbic di encama qezayekê de şehîd bû. Em agahiyên nasnameyê yên hevalê xwe ji raya giştî re parve dikin.

Hevala me Warşîn li Minbicê hate dinyayê û ji pêkhateya Ereb e. Dema ku Minbic di bin serweriya çeteyên DAIŞ’ê de bû hevala me Warşîn rûyê feraseta herî paşvemayî ya roja îroyîn dît û israra wê ya azadiyê zêdetir bû. Piştî ku bajar ji hêla YPJ’ê ve hate azadkirin hevala Warşîn hem ji bo ku di nav têkoşîna azadiyê ya jinan de cih bigire, hem jî da ku ji êş û elemên gelê xwe re bibe çare berê xwe da nav YPJ’ê. Di nav vê têkoşînê de ku gelên Kurd, Ereb, Tirkmen, Asûrî û enternasyonal mil bi mil dimeşînin, hevala me jî têkoşîna xwe domand. Heta roja şehîd bû jî têkoşîna wê berdewam kir. Hevala Warşîn herî dawî di Pêngava Bagera Cizîrê de li dijî çeteyên DAIŞ’ê cihê xwe digirt û di encama qezayekê de gihişt şehadetê.

Nasnameyê pakrewana me wiha ye:

Nasnav: Warşîn Minbic

Nav û Paşnav: Xisun Hemed

Navê Dayikê: Emel

Navê Bav: Şêx Hecî

Cihê Jidayikbûnê: Minbic

Cih û Dema Şehadetê: Dêra Zor / 31’ê Gulana 2018’an

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 11’ê Pûşpera 2018