Di çarçoveya duyemîn pêngava Berxwedana Serdemê ya li Efrînê, hêzên me li hember gelek xal û baregehên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wî, li navenda bajarê Efrîn û gundewarên wê rêzeçalakiyên bi bandor pêk anîn.
Di dîroka 22’ê Adarê, hêzên me li hember leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê yên ku li çiyayê Hawar ya herêma Raco bicîh bûbûn çalakiyeke bi bandor lidarxistin. Çalakiya ku gelek leşker û çeteyên artêşa dagirker tê de hate kuştin de di encama êrîşên hewayî ya artêşa dagirkeran de hevalek me şehîd ket.
Dîsa di dîrokên 2 û 4’ê Nîsanê de li heman herêmê, piştî çalakiyan 4 hevalên me di encama êrîşên hewayî ya artêşa Tirk a dagirker de şehîd ketin.
Di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê ya ku hêzên me jî tê de cîh digrin de, li herêma Dêrazorê;
Di dîroka 17’ê Pûşperê, di dema operasyona rizgarkirina bajarokê Dişîşa bi çeteyên DAIŞ’ê re şer û pevçûnên dijwar rû dabûn. Di encama pevçûnan de yek ji fermandarê hêzên me yên li herêmê rêheval Mahir Çiya piştî berxwedaneke lehengî gihîşt şehadetê.
Em rêheval Mahir Çiya û 5 hevalên xwe yên din ku di Berxwedana Serdemê û Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd ketin bi rêzdarî bibîr tînin. Em soz didin ku heya bi serxistina têkoşîna şehîdên xwe em ê têkoşînê bidomînin.
Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

Nasnav: Awyer Rojhilat
Nav û Paşnav: Mehran Muhamedî
Navê Dayikê: Keraman
Navê Bav: Nemat
Cihê Jidayibûnê: Tehran
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Raco / Çiyayê Hawarê / 2’ê Nîsana 2018

Nasnav: Cudî Rojava
Nav û Paşnav: Hediye Hesen
Navê Dayikê: Ezîze
Navê Bav: Ednan
Cihê Jidayibûnê: Girkêlegê
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Raco / Çiyayê Hawarê / 3’yê Nîsana 2018

Nasnav: Hîwa Azad
Nav û Paşnav: Samanî Karaberdî
Navê Dayikê: Emîne
Navê Bav: Behman
Cihê Jidayibûnê: Sine
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Raco / Çiyayê Hawarê / 3’yê Nîsana 2018

Nasnav: Mahîr Çiya
Nav û Paşnav: Abdullah Îlhan
Navê Dayikê: Nuriye
Navê Bav: Mehmet
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 17’ê Hezîrana 2018

Nasnav: Reşîd Helo
Nav û Paşnav: Bextiyar Mihemed Pur
Navê Dayikê: Xedîce
Navê Bav: Elî
Cihê Jidayibûnê: Saqiz
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Raco / Çiyayê Hawarê / 4’ê Nîsana 2018

Nasnav: Şervan Zagros
Nav û Paşnav: Alan Ibrahîm
Navê Dayikê: Nura
Navê Bav: Ibrahîm
Cihê Jidayibûnê: Dirbêsiyê
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Raco / Çiyayê Hawarê / 22’yê Adar 2018
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 21’ê Pûşpera 2018