Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

Em 2 rêhevalên xwe ku li Dêrazor û Reqayê şehîd ketine bi rêzdarî bibîr tînin

  • July 4, 2018

Em 2 rêhevalên xwe ku li Dêrazor û Reqayê şehîd ketine bi rêzdarî bibîr tînin

Pêngava Bagera Cizîrê a di pêşengiya QSD’ê û bi tevlîbûna hêzên me yên YPG û YPJ a bi awayek aktîf li herêma Dêrazorê de bi hemû leza xwe berdewam dike. Di vê çarçoveyê de;

1. Di dîroka 17’ê Puşperê de bajaroka Dişîşa ku ji bo çeteyên DAIŞ’ê cîhek stratejîk bû hatibû rizgarkirin. Çeteyên DAIŞ’ê ji bo ku dîsa bajaroka Dişîşa bidest bixe û dagir bike bi hemû hêza xwe dest bi êrîşên xwe yên dijwar kiriye. Di dîroka 29’ê Puşperê de çeteyên DAIŞ’ê êrîşek dabû destpêkirin, li hember vê şervanên me bi berxwedanî li hember çeteyan çalakiyek lidar xistine. Di encamên şerê ku qewimiye çeteyên DAIŞ’ê derbeyek giran xwariye û hêzên me vê êrîşê bertaraf kiriye. Di dema şerê ku qewimî de hevalek me berxwedaniyek bi heybet nişan daye û gihiştiye şehadetê.

2. Di dîroka 10’ê Gulana 2018’an de rêheval Rizgar Destan ku li bajarê Reqayê de erkê xwe bicîh dianî di encama qezayekî de şehîd bûye.

Em her dû hevalên xwe yên ku gihiştine şehadetê bi minnet bibîr tînin, bi girêdanbûna bîranînê wan re em soza gihandina tekoşîna wan a serkeftinê didin.

Nasnameyên hevalên me yên şehîd wiha ye;

Nasnav: Ferhad Til Koçer

Nav û Paşnav: Elî El Ehmed

Navê Dayikê: Dira

Navê Bav: Cedûh

Cihê Jidayikbûnê: Til Koçer

Cih û Dema Şehadetê: Dêra Zor / 29’ê Hezîrana 2018’an

Nasnav: Rizgar Destan

Nav û Paşnav: Mehmet Aşrag

Navê Dayikê: Xûrbet

Navê Bav: Sedîq

Cih û Dema Şehadetê: Reqa / 10’ê Gulana 2018’an

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 4’ê Tîrmeha 2018