Di pêvajoya 7 salan ya şoreşa Rojavayê Kurdistanê de xaka me şahidiya gelek berxwedaniyên dîrokî kiriye lê bi ketina sala 2018’an re kevneşopiya berxwedanê gihiştiye asta lûtkeyê û dîrok, cara yekê berxwedaneke bi heybet jiyan kiriye. Dewleta Tirk ya faşîst û dagirker di tevahiya dîrok û roja me ya îro de bi komên çeteyên girêdayî xwe yên weke El Nusra û DAIŞ’ê re zîhniyeta herî paşwerû bi rêve dibe û hêzên me di duyemîn qonaxa Berxwedana Serdemê de li hember komên çeteyan, di erdnîgariya Efrînê de pêşengiya tekoşîneke bê eman didin meşandin. Di destpêka tekoşîna berxwedanê heta niha rêhevalên me li hember dagirkeran, bi rihê fedayî û azweriya azadiyê re şer kirin, bi bilindkirina berxwedanê re gihîştin şahadetê. Bi vê tekoşîn û berxwedanê re careke din rastiya; destkeftiyên mezin bi nîşaneya fedakariyên mezin tên bi dest xistin derket holê.
Şerê berxwedanê ya li Efrînê de di encama yekemîn û duyemîn ya Berxwedana Serdemê de 7 rêhevalên me heta gulleya dawî şer kirin û gihîştin şahadetê.
Nasnameyên hevalên me yên ku şehîd ketine wiha ne;

Nasnav: Botan Cimo Qendîl
Nav û Paşnav: Cimo Ebdulah
Navê Dayikê: Qamer
Navê Bav: Ekeş
Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn
Cih û Demê Şehadetê: Efrîn / Şêrawa -Gundê Kîmarê / 20’ê Adara 2018’an

Nasnav: Dilgeş Welat
Nav û Paşnav: Mihemed Ebdo
Navê Dayikê: Sultana
Navê Bav: Hemdî
Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn
Cih û Demê Şehadetê: Efrîn / Mabeta – Gundê Bedîna / 1’ê Adara 2018’an

Nasnav: Dilsoz Ronî
Nav û Paşnav: Idrîs Ereb
Navê Dayikê: Nezîre
Navê Bav: Mihemed
Cihê Ji Dayikbûnê: Heleb
Cih û Demê Şehadetê: Efrîn – Raco / 7’ê Tîrmeha 2018’an

Nasnav: Husam
Nav û Paşnav: Tariq Îsa
Navê Dayikê: Emîne
Navê Bav: Îsa
Cihê Ji Dayikbûnê: Heleb
Cih û Demê Şehadetê: Efrîn / Şera – Gundê Ereb Wêran / 27’ê Sibata 2018’an

Nasnav: Rojvan Dêrik
Nav û Paşnav: Mihemed Xelîl
Navê Dayikê: Heyat
Navê Bav: Ibrahîm
Cihê Ji Dayikbûnê: Dêrik
Cih û Demê Şehadetê: Efrîn – Bilbilê / 21’ê Sibata 2018’an

Nasnav: Serbilind Efrîn
Nav û Paşnav: Mihemed Elî Kilîn
Navê Dayikê: Hemîde
Navê Bav: Arif
Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn
Cih û Demê Şehadetê: Efrîn / Bilbilê – Gundê Elîcarê / 22’ê Sibata 2018’an

Nasnav: Kemal Pîr
Nav û Paşnav: Rizgar Hec Hemo
Navê Dayikê: Xedîce
Navê Bav: Mihemed
Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn
Cih û Demê Şehadetê: Efrîn / Raco – Gundê Bilîlka / 1’ê Adara 2018’an
Em 7 rêhevalên xwe yên ku gihîştine şahadetê bi minet û rêzdarî bibîr tînin, di şopa kevneşopiya berxwedanê de heta misogerkirina azadiya gelê xwe, dûbare soza tekoşîneke bê eman didin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 31’ê Tîrmeha 2018