Di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê a ku li dijî DAIŞ’ê didome de di navbera dîroka 24’ê Mijdarê û 18’ê Kanunê de 4 rêhevalên me gihîştine şehadetê. Her wiha rêhevalek me jî li Helebê di encama qrîza dil de şehîd ket.
1. Di dîroka 24’ê Mijdarê de çeteyên DAIŞ’ê li ser xal û çeperên me yên li bakur û rojavayê bajaroka Hecînê de êrîş pêk anîbûn. Bi bersivdayîna hêzên me ve di navbera hêzên me û çeteyan de bi saetan şer û pevçûnên dijwar qewimîn û di encama berxwedaniya şervanên me êrîşên çeteyan hatibûn şikandin. Di vê berxwedanê de rêhevalekî me şehîd ketibû nasnameyê wî nû hat zelalkirin.
2. Li bajaroka Hecîn a Dêrazorê di navbera hêzên me û çeteyên DAIŞ’ê de şer û pevçûnên dijwar diqewimin û hêzên me pêşveçûnên xwe li vê herêmê didomîne. Di çarçoveya operasyonên ku hêzên me li dar xistine û şer û pevçûnên ku derketine de di dîroka 17 û 18’ê Kanunê de 3 rêhevalên me yên ku li dijî çeteyan bi lehengî şerkirin gihîştine şehadetê.
3. Rêhevalê me Ruşan Efrîn ku di parastina bajarê Helebê de erk û berpirsiyartî girtibû ser milê xwe, di encama qrîza dil de di dîroka 19’ê Kanunê de şehîd ket.
Em ji malbatên şehîdên xwe û gelê xwe re sersaxiyê dixwazin û rêhevalên xwe yên ku têkoşîna azadiyê de gihîştine şehadetê bi rêzdarî bi bîr tînin.
Nasnameyên rêhevalên me yên şehîd wiha ye;
Nasnav: Ezab Hesekê
Nav û Paşnav: Emced Derwêş
Navê Dayikê: Şaha
Navê Bav: Îbrahîm
Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 24’ê Mijdarê 2018
Nasnav: Egîd Girkêlegê
Nav û Paşnav: Ehmed Xelef
Navê Dayikê: Emşa
Navê Bav: Munîf
Cihê Ji Dayikbûnê: Girkêlegê
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 18’ê Kanûnê 2018
Nasnav: Egîd Til Koçer
Nav û Paşnav: Enwer Hentûş
Navê Dayikê: Mûnîfe
Navê Bav: Suhêl
Cihê Ji Dayikbûnê: Til Koçer
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 18’ê Kanûnê 2018
Nasnav: Zinar Becar
Nav û Paşnav: Hemze El Elî
Navê Dayikê: Hene
Navê Bav: Elî
Cihê Ji Dayikbûnê: Çilaxa
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 17’ê Kanûnê 2018
Hevrêyê me Ruşan Efrîn ku di parastina bajarê Helebê de bi erk û berpirsiyartî radibû, di encama qrîza dil de 19’ê Kanûnê de şehîd ket. Nasnameya hevrêyê me yê şehîd wiha ye;
Nasnav: Ruşan Efrîn
Nav û Paşnav: Îbrahîm Xelîl Nebo
Navê Dayikê: Nazliye
Navê Bav: Şêxo
Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Heleb / 19’ê Kanûnê 2018
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 20’ê Kanuna 2018