Di navbera dîrokên 11 û 12’ê Îlonê li bajarê Tebqa û Dêrikê de 4 rêhevalên me gihîştine şehadetê. Di derheqê şehadetên rêhevalên me de agahiyên berfireh wiha ne;
1. Di dîroka 11’ê Îlonê de 3 rêhevalên me ku li herêma Tebqayê erk û peywirê xwe bicîh di anî, di encama qezayekî de gihîştine şehadetê.
2. Rêhevalê me Serhed Baran ku li herêma Dêrikê kar û xebat dida meşandin, di encama nexweşiya penceşêrê de gihîştiye şehadetê.
Nasnameyên rêhevalên me yên şehîd wiha ne;

Nasnav: Bêrîtan Nûda
Nav û Paşnav: Raziye Keçelanlu
Navê Dayik û Bav: Kubar – Yusif
Cih û Dîroka Şehadetê: Tebqa – 11. 09. 2018

Nasnav: Hêlîn Cûdî
Nav û Paşnav: Nadra Elûsî
Navê Dayik û Bav: Xelfa – Mehmûd
Cih û Dîroka Şehadetê: Tebqa – 11. 09 .2018

Nasnav: Jiyan Qamişlo
Nav û Paşnav: Xewla Îbrahîm
Navê Dayik û Bav: Bedriye – Hemîd
Cih û Dîroka Şehadetê: Tebqa – 11. 09. 2018

Nasnav: Serhed Baran
Nav û Paşnav: Mehmet Alkan
Navê Dayik û Bav: Kudret- – Şêxmûs
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrik – 12. 09. 2018
Em 3 rêhevalên xwe ku di encama qezayê de û rêhevalekê me ku ji ber nexweşiyê gihîştine asta şehadetê bi rêzdarî bibîr tînin. Em serî de sersaxiyê ji malbatên şehîdên xwe re û gelê xwe yê welatparêz re dixwazin. Em soz didin ku xeyalên azadiyê yê şehîdên me nîvçe mayî bi serkeftinê re tacîdar bikin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 14’ê Îlona 2018