Di dîroka 12’ê Cotmehê de du hevalên me ku li Pêngava Bagera Cizîrê û li bajarê Amûdê yê girêdayî Kantona Cizîrê de erkdar bûn, şehîd ketin. Di derbarê şehadetê hevalan de agahiyên berfireh wiha ne;
1. Di dîroka 12’ê Cotmehê de di çarçoveya pêngava Bagera Cizîrê “Şerê Tunekirina Terorê” bi pêşengiya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) a ku hêzên me jî bi çalak tevlî dibe li gundewarên Dêrazorê de li dijî çeteyên DAIŞ’ê destkeftiyên girîng tên bidestxistin û cîhên ku hatine rizgarkirin de pêşveçûnên hêzên me didome. Di roja 2’ê Cotmehê di navbera hêzên me û çeteyên DAIŞ’ê de pevçûnên dijwar qewimîne. Di van pevçûnan de rêhevala me Berfîn Amed bi qehremanî şer kiriye û giran birîndar bûye. Tevî hemû destwerdanan jî rêhevala me Berfîn Amed a giran birîndar bû di roja 12’ê Cotmehê de gihîşt şehadetê.
2. Şervanê me Şervan Cudî ku li bajarê Amûdê erk û peywirê xwe pêk dianî di encama qezayekî de şehîd ketiye.
Nasnameya hevalên me yên şehîd wiha ye;
Nasnav: Şervan Cûdî
Nav û Paşnav: Ebdilrezaq Îsa
Navê Dayik û Bav: Xensa – Mehmûd
Cih û Dîroka Şehadetê: Amûdê – 12. 10. 2018
Nasnav: Berfîn Amed
Nav û Paşnav: Yasmîn Arîf
Navê Dayik û Bav: Meryem – Mihemed
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Cizîrê- 12. 10. 2018
Di kesayeta hevrê yên me şehîd Berfîn û şehîd Şervan de tevahî şehîdên xwe yên qehreman bi rêzdarî bibîr tînin. Di serî de malbatên şehîdên xwe û tevahî gelê xwe re em sersaxiyê dixwazin. Di çarçoveya têkoşîna azadiyê ku em dimeşînin de soza bidawîkirina terorîzmê careke din nû dikin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 14’ê Cotmeha 2018