Pêngava bidawîkirina terorîzmê li herêma Hecînê a ser bi Dêrazorê bi hemû dijwariya xwe didome. Pêngava ku tê wateya bidawîkirina zexta DAIŞ ya li ser xaka Sûriyê, him di warê stratejîk û him jî hêla leşkerî de bi destkeftiyên girîng berdewam e. Şervanên QSD û Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê, bi pêşengtiya hêzên YPG û YPJ’ê pêşdeçûnên xwe li herêmê didomînin.
Di demên dawî de, çeteyên DAIŞ’ê, bi sûdwergirtina rewşa hewayî ya xirab û bahozan hewl didin êrîşan li dijî çeperên şervanên QSD’ê lidar bixin. Di encama vê de di demên dawî de herêma Hecîn bû cîhê pevçûnên giran. Di dîroka 27’ê meha Cotmehê de, li gundê Heql Omer, du rêhevalên me di dema ku bi erka xwe ya parastinê radibûn di encama êrîşeke çeteyên DAIŞ’ê şehîd ketin.
Rêheval Argeş Girav ê ku di sala 2014’an de tevlî nav refên YPG’ê bû, ji pêvajoya Berxwedana Kobanê heya pêngava bidawîkirina terorîzmê ya li Dêrazorê tevlî hemû pêngavên li dijî DAIŞ’ê bû. Heval Argeş di van pêngavan de di eniyên pêş de cîhê xwe girt û bû xwedî tevlîbûnek mînak. Herî dawî di pêngava Hecînê de di asta fermandariyê de cîhê xwe girt. Heval Zinar Çiya ku di destpêka pêngavê de di asta fermandariyê de erk girt ser milên xwe û têkoşiya, bi rêheval Argeş re di heman pevçûnê de şehîd ket.
Em weke YPG û YPJ, di şexsê her du rêhevalên xwe de hemû şehîdên ku di têkoşîna li dijî terorîzmê û parastina şoreşa Rojavayê Kurdistanê de şehîd ketine bi rêzdarî bibîr tînin. Em soz didin ku em ê xeyalên şehîdên xwe yên ku ji Kobanê destpê kir, li Dêrazorê bigihînin serkeftinê.
Agahiyên nasnameyên şehîdên me wiha ne:

Nasnav: Argeş Çirav
Nav û Paşnav: Serbest Kansu
Navê Dayik û Bav: Meryem – Kerem
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor – 27. 10 . 2018

Nasnav: Zinar Çiya
Nav û Paşnav: Erdal Özdemir
Navê Dayik û Bav: Medîne – Mustafa
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor – 27. 10. 2018
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 28 Cotmeh 2018