Rêhevalê me Serdar Tolhildan ku li bajaroka Rimêlanê ya girêdayî Girkêlegê ye erk û peywirên xwe pêk di anî, di roja 1’ê Mijdarê di encama qezayekî de gihîştiye şehadetê.
Rêheval Serdar yê bajarê Kobanê ji dayik bûye di temenê xwe yê ciwantiyê de berpirsyartiya parastina welat erka bicîh anîna yekemîn dît û barê şoreşê ku diket ser milê her mirovê ku li ser vê axê dijî, girt ser xwe. Di têkoşîna xwe ya şoreşgerî de li ser van hest û rastiyan tevgeriya û heya dawiyê jî têkoşiya ye.
Em serî de ji malbata şehîd û tevahî gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û hemû şehîdên xwe yên leheng bi rêzdarî bibîr tînin. Em ê bîranînên rêhevalê me yê şehîd di têkoşîna xwe de bidin jiyîn û soza serkeftina pêkanîna azadiya gelê me careke din nû dikin.
Nasnameyê rêhevalê me yê şehîd wiha ye;
Nasnav:Serdar Tolhildan
Nav û Paşnav: Mahîr Îbî
Navê Dayik û Bav: Nazlî – Mihemed
Cih û Dîroka Şehadetê: Rimêlan – 01. 11. 2018
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 7’ê Mijdara 2018