Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

Em rêhevalê xwe Şêrhat Qamişlo bi rêzdarî bi bîr tînin

  • December 2, 2018

Em rêhevalê xwe Şêrhat Qamişlo bi rêzdarî bi bîr tînin

Rêhevalê me Şêrhat Qamişlo yê ku li Tirbespiyê li ser erka xwe bû, di roja 29’ê Mijdarê de di encama qezayekê de şehîd ket.

Heval Şêrhat ê ku zarokê malbateke welatparêz bû, li Qamişlo jidayîk bû. Di demeke ku di Rojava û BakUrê Sûriyê de şoreş pêş ket tevlî nav refên têkoşînê bû. Heval Şêrhat ê ku bi nirxên civaka xwe ve girêdayî bû, heya dawiya jiyana xwe jî tu caran ji van nirxên ku pê ve girêdayî ye tawîz neda. Bi fedakarî, kedkarî û girêdana xwe ya bi jiyanê re bi hemû erkên ku jê re hat dayîn rabû û bê tereddut pêk anî.

Nasnameya hevalê me yê şehîd wiha ye:

Nasnav: Şêrhat Qamişlo
Nav û Paşnav: Hesen Îbrahîm
Navê Dayik û Bav: Ebdilezîz
Cih û Dîroka Şehadetê: Tirbespiyê – 29. 11. 2018

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 2’yê Kanuna 2018