Em hevriyê xwe Ciwan Efrîn yê bi navê xwe ya rast Cima Ehmed Gedro ku di 3’ê Îlona 2025’an de dema ku li ser erka xwe bû gihîşt mertebeya şehadetê bi rêzdarî bi bîr tînin.
Em weke Hêzên Rizgariya Efrînê hevriyê me Ciwan Efrîn xwediyê êmek û keda salan di tevahî kêliyên jiyana xwe de xebat dikir da ku gelê me bi awayekî serfirazî vegerin cih û warê xwe her û her nava xebatan de bû, bi baweriyekî bêsînor dîtina vegera bi rûmet ya gelê Efrînê ji bo xwe kiribû armanca sereke, ji ber vê yekê jî bi şervantiya xwe ya dilsoz ve cihê xwe di nava Hêzên Rizgariya Efrînê de girt û heta kêliya dawî ji bo van hîmên sereke têkoşînekî bêhempa meşand, bi minnet û rêzdarî bi bîr tînin. Ji malbata hêja ya rêhevalê me Ciwan Efrîn, ji gelê me yê welatparêz û tevahî gelê Kurdistanê re em sersaxî dixwazin û soza tolhildan û bilindkirina têkoşînê nû dikin.
Rêhevalê me Ciwan Efrîn di sala 1993’an li gundê Kefer Sefre ya bi ser navçeya Cindirêsa a bajarê Efrînê nav malbatekî bi welatparêziya xwe ve tê nasîn de ji dayik dibe. Zaroktiya xwe bi çîrokên qehremantiya fedayiyên Kurdistanê guhdarkirinê ve derbas dike. Berî ku şoreşa Rojava destpê bike rejîma faşist û şoven ya BAAS li beramberî gelê Kurd û gelê herêmê gelek işkence û pêkanînên dijmirovî pêk anî. Her wiha her kesekî/ê ku bi ziman, çand û nasnameya xwe dixwest bijî rejîma BAAS ew digirtin û di işkencexayên xwe de işkenceyên giran li ser wan mirovan dikirin. Rêhevalê Ciwan Efrîn yek ji wan kesane ku ji ber fêrkirina zimanê Kurdî ji keç û xortan re di zindanên BAAS de rastî işkenceyên zordestiyê hatiye. Piştî ku şoreşa Rojavayê Kurdistanê dest pêdike rêheval Ciwan di sala 2014’an de yekser tevlî nava refên şoreşê dibe û erka şoreşgertiyê digre ser milê xwe .
Di Berxwedana Serdemê ya dîrokî de dema dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê bi hemû hêza xwe êriş bi ser sivîlan de anîn, herêma Efrînê bi tang, top û balafirên şer bombebaran kirin, gelê Efrînê di komkujiyê re derbas kirin, wê demê gelê Efrînê bi zarokên xwe û heya kesên temen mezin beşdarî nava Bexwedana Serdemê bûn. Hevrê Ciwan Efrîn jî şahidê wehşiyata dagikeriyê bû û weke şervanekî xwe berpirsyarê axa xwe, rûmet û kerameta gelê xwe dibîne û bi vîneke ji pola çek hildigre ser milê xwe, bi zarokên welatê xwe re beşdarî berxwedana pîroz dibe. 58 rojan hevrê Ciwan bi gel û şervanên azadiyê re mil bi mil li hemberî hemû êrîşên wehşî li berxwe didin, bi tîpên zêrîn û xwîna zelal Berxwedana Serdemê di rûpelên dîrokê de dinivisînin. Piştî dagirkirina Efrînê û koçberiya gel ji cih û warên xwe her wiha êrîşên nerewa ên dagirkeriya Tirkiyê ku li herêma Şehbayê li ser gelê koçber ên ku di çadirên rûmetê de rexmî hemû êş û kêm derfetiyê li berxwe didan dagirkeriyê her êrîş bi ser gelê sivîl de di anîn. Hevrê Ciwan Efrîn ji bo ku bibe parazvanê gelê xwe yê ku her tim rastî êrîşên nerewa tên, di sala 2018’an de tevlî nava refên Hêzên Rizgariya Efrînê dibe û di çeperên rûmetê de li kêlekê hevriyên xwe ji bo parastina gelê xwe ji êrîşên dagirkeriyê û siyasetên qirkirinê di sengerên berxwedanê de cih digre . Di jiyana xwe ya şoreşgertî de dibe mînakê dilsoziya mezin ya ji xaka welêt re, hevrê Ciwan hertim bi dilnizmî, dilsozî û hevaltiya xwe ya rast di nava şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê de dihate nasîn û heyanî kêliya xwe ya şehadetê her ji bo azadiya welatê xwe û vegera gelê Efrînê di nava tokoşînê de bû.
Bi hezaran xort û keçên Rojavayê Kurdistanê ji bo ku welatê xwe bighînin rojeke azad û serfiraz canê xwe fedakirin û bê teredûd di xeta şehadetê de meşiyan. Bi saya xwîna lehengên mîna hevrê Ciwan Efrîn û bi hezaran hevriyên Şehîd ên ku her kêlî ji jiyana xwe kirin malê şoreşê û bi lehengî ji bona biratiya gelan û dawî anîna teror û faşîzmê şer kirin îro Rojavayê kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûye cihê serfirazî û aramiyê û li seranserî cîhanê şoreşa pîroz dengveda ye.
Di serî de ji malbata hêja ya Rêheval Ciwan Efrîn, ji gelê me yê Efrînê re û ji tevahiya gelên Kurdistanê re em sersaxî dixwazin. Em weke hevriyên wî soz didin ku emê ji bona pêkanîna xeyalên hevriyên xwe yên şehîd û azadiya gel û axa xwe di nava tekoşînê de bin. Li hemberî siyastên qirkirinê ên dagirkeriyê emê asta tekoşîna xwe ji her demê bêhtir bilindtir bikin. Weke şervanên azadiyê ji bona azadkirina axa welêt û parastina gelê xwe ji hemû xeterî û metirsiyan di çarçoveya parastina rewa de emê li kêleka gelê xwe bisekinin û bibin layiqê ked û fedekariyên hevriyên xwe yên şehîd.
Nasnameya Rêhevalê me yê Şehîd Wiha ye:
Nasnav : Ciwan Efrîn
Nav û Paşnav : Cima Ehmed Gedro
Navê Dayikê : Meziyet
Navê Bav : Ehmed
Cih û Dîroka Şehadetê : 3’yê îlonê 2025
Hêzên Rizgariya Efrînê
5’ê îlonê 2025