Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

Em hevriyê xwe Rizgar Aqîbê bi rêzdarî bi bîr tînin

  • August 29, 2025

Em hevriyê xwe Rizgar Aqîbê bi rêzdarî bi bîr tînin

Em hevriyê xwe Rizgar Aqîbê ya bi navê xwe yê rast Mihemed Esiad Talib ku di 25’ê Tebaxa 2025’an de dema li ser erka xwe bû gihişt asta şehadete, bi rêzdarî bi bîr tînin. Em weke Hêzên Rizgariya Efrînê Rêhevalê dozê Rizgar Aqîbê yê ku bi berpirsiyariyek mezin di nava tekoşîna rizgariya herêma xwe de cih girt û ji bo gel û axa xwe bû milîtanekî hemdemî bi hurmet û minnetdarî bi bîrtînin, ji gelê xwe yê welatparêz û malbata hêja ya hevrê Rizgar Aqîbê re sersaxî dixwazin û careke din soza xwe ya şopandina riya hevriyên xwe yên şehîd û pêkanîna armancên wan nû dikin.

Hevrê Rizgar Aqîbê li warê berxwedanê, di nav himbeza Çiyayên Kurmênc de li gundê Aqîbê ya bi ser navçeya Şêrewa a herêma Efrînê di sala 2000’an de ji dayik dibe û di nava malbateke welatparêz de bi hestên welatperweriyê ve mezin dibe. Malbata hevrê Rizgar ji salên destpêkê ve rêxistina tevgera azadiya Kurd nas dike û tevlî nava xebatên rêxistinî dibin, ji lewra malbat bi welatparêziya xwe ve tên nasîn. Wekî gelek malbatên dilsoz malbata hevrê Rizgar jî zarokên xwe fêrî girêdana bi axa welêt re dikin. Piştî ku bajarê Efrînê rastî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk hat û çeteyên wê gelê me di ber hemû cûreyên qirkirinê re derbas kirin û bi darê zorê hiştin ku gelê me ji cih û warê xwe koçberî herêma Şehba bibe, hevrê Rizgar wan dîmenên koçberiyê, êş û azarên gelê xwe bi çavên xwe dibîne û dibe şahidê wan bûyeran. Hevrê Rizgar ji bona ku bibe parazvan û dengvedana gelê xwe, di sala 2019’an de bere xwe dide nava refên Hêzên Rizgariya Efrînê û bi hêrs û dilsozî beşdarî tekoşîna azadiyê dibe. Bi rihê Berxwedana Serdemê di qonaxa duyemîn de sing bi sing di çeperên şer de cih digre, li kêleka hevrê û hevalên xwe de ji bona parastina gel di ber êrîşên dijminande şerê rûmetê dide meşandin. Di gelek xebatên girîng û stratejîk de hevrê Rizgar cihê xwe digre û di temena xwe ya ciwan de erk û peywirên mezin digre ser milê xwe. Di nava şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê de bi fedekariya bêhempa, hevaltiya rast û ji dil û bi sekna xwe ya şoreşgerî ve dihate nasîn. Hevrê Rizgar ji roja tevlibûna xwe heya roja şehadeta xwe her tim ji bona azadî û serfiraziya welatê xwe û ji bo ku gelê Efrînê bi ser bilindî vegerin ser axa xwe, bi hemû hêz û kelecana xwe ve bê ku bisekine û rawestinê nas bike her demî di nava tekoşîn û berxwedanê de bû.

Weke bi hezaran rêhevalên şehîd ên ku di oxira aramî û azadiya welatê xwe de canê xwe bexişandin, hevrê Rizgar jî bû milîtanekî şoreşa Rojavayê Kurdistanê-Bakur Rojhilatê Sûrî û mohra xwe li dîrokê da. Şoreşa Rojava bi saya lehengên mîna hevrê Rizgar û bi hezaran şehîdên ku fedekariyên bêhempa ve têkoşiyan ve îro li tevahiya dinyayê wekî mînaka welatê azadiyan tê nasîn.
Di serî de ji malbata hêja re ya hevrê Rizgar Aqîbê, ji gelê me yê Efrînê û tevahiya gelê Kurdistanê re em sersaxiyê dixwazin. Weke hevriyên wî em soza şopandina riya rêhevalên xwe yên şehîd didin. Ji bo pêkanîna xeyal û armancên hevriyên xwe berdel çi bibe jî bê teredûd pêk bînin û layiqî fedekarî û keda rêhevalên xwe bibin. Ji her demê bêhtir emê asta tekoşîna xwe li himberî her cure êrîşên ku li ser gelên me de bên mafê xwe ya parastina rewa pêş bixin û di wê çerçoveyê de gelên xwe ji metirsiyan biparêzin.

Nasnameya Rêhevalê me yê Şehîd Wiha ye :

Nasnav : Rizgar Aqîbê
Nav û Paşnav : Mihemed Esiad Talêb
Navê Dayikê : Emîne
Navê Bav : Esiad
Cih û Dîroka Şehadetê : 25’ê Tebaxê 2025

Hêzên Rizgariya Efrînê
29 Tebax 2025