Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

Em rêhevalê xwe Simo Kobanê bi rêzdarî bi bîr tînin

  • December 18, 2018

Em rêhevalê xwe Simo Kobanê bi rêzdarî bi bîr tînin

Rêhevalê me Simo Kobanê di 16’ê Kanunê de dema ku li bajarê Kobanê li ser erka xwe bû, di encama qezayekê de şehîd ket.

Rêhevalê me Simo li bajarê Kobanê ji dayik bûye. Heval Simo ji berxwedana Kobanê bandor bû û tevî temenê xwe yê mezin bi taybetmendiyên xwe yê zîrekbûn û sekna xwe ya jiyanê ji herkesî re nîşan da ku ti tişt ji bo meşandina têkoşîna azadiyê re nabe asteng. Kesayeteke dilnizm û kedkar bû; ev jî dihişt ku rêhevalê wî ji xwe re mînak bigrin. Heya roja şehadetê jî ji sekna xwe û kesayeta xwe qet tawîz nedaye, hertim bibe milîtaneke yê ruhê wî yê azad ji xwe re esas girtiye.

Nasnameyê rêhevalê me yê şehîd wiha ye:

Nasnav: Simo Kobanê
Nav û Paşnav: Simo Simê
Navê Dayik û Bav: Xanim – Nûman
Cih û Dîroka Şehadetê: Kobanê – 16.12.2018

Em di şexsê rêheval Simo de hemû şehîdên xwe yên têkoşîna azadiyê bi rêzdarî bibîr tînin. Di serî de ji malbata şehîd Simo re û ji hemû gelê xwe re em sersaxiyê dixwazin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 18’ê Kanuna 2018