Di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê a qonaxa dawî ya Şerê Tunekirina Terorê de pêşveçûnên hêzên me didomin û di encama operasyonên ku tên li dar xistin de derbên giran li çeteyên DAIŞ’ê tê xistin. Di vê çarçoveyê de;
Di dîroka 2’ê Çileyê de hêzên me li derdora bajaroka Hecîn û gundewarên Dêrezorê li dijî çeteyên DAIŞ’ê operasyon li dar xistiye. Di encama van operasyonan de gelek windahiyên çeteyan çêbûn lê di derbarê hejmara kuştî û birîndarên çeteyan de agahiyên zelal bidest neketin. Di van operasyonan de rêhevalekî me li dijî çeteyan bi lehengî şer kir û gihîşt şehadetê.
Nasnameya rêhevalê me yê şehîd wiha ye:

Nasnav: Mehmûd Helinc
Nav û Paşnav: Mehmûd Resul
Navê Dayik û Bav: Necma – Weys
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor – 02. 01. 2019
Em ji malbata şehîdê xwe û gelê xwe re sersaxiyê dixwazin. Em di şexsê rêhevalê xwe yê şehîd de tevahî şehîdên xwe yên leheng bi rêzdarî bi bîr tînin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 4’ê Çileya 2019