Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

Rêhevalê me yê enternasyonalîst li Baxozê tevlî karwana nemiran bû

  • March 19, 2019

Rêhevalê me yê enternasyonalîst li Baxozê tevlî karwana nemiran bû

Rêhevalê me Lorenzo Orsetti (Tekoşer Piling) ku di sala 2017’an de tevlî refên berxwedanê yê Rojava bûye, bi nasnameya xwe ya şoreşgerê enternasyonalîst di nav tekoşîna azadiyê de cîhê xwe bi awayek çalak girtiye. Rêhevalê me Tekoşer cîhê xwe di nav Yekîneyên Enternasyonelîst ku di bin sîwana YPG’ê de ye girtiye û li hember dewleta Tirk a dagirker li Efrînê de li herî pêş de cîhê xwe girtiye û di her rewşê de tekoşîna azadiyê bi biryarî meşandiye.

Bi taybet li Dêrazorê jî li hember çeteyên DAIŞ’ê bi wêrekî şer kiriye û dîsa cîhê xwe herî pêş de girtiye. Rêhevalê me Tekoşer di nav Tevgera TKP/ML-TİKKO de xebat meşandiye, bi şênberkirina nirxên sosyalîzmê ya gerdûnî, bûye xwedî seknek mînak.

Rêhevalê me Tekoşer ku bi girêdana xwe a şoreşa azadiyê re û bi jiyana xwe a xwedî mînak bû di dîroka 18’ê Adarê de, di herêma dawî ya di bin dagirkeriya DAIŞ’ê de di nav pevçûnekê de şehîd bûye.

Em careke din hemû rêhevalên xwe yên Enternasyonalîst ku di şoreşa Rojava de şehîd bûye bibîr tînin û em ji bo malbata hêja ya rêhevalê me Tekoşer sersaxiyê dixwazin.

Nasnameya rêhevalê me yê şehîd wiha ye:

Nasnav: Têkoşer Piling
Nav û Paşnav: Lorenzo Orsetti
Navê Dayik û Bav: Annalisa – Alessandro
Dîroka Şehadetê: Dêrazor – 18. 03. 2018

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 19’ê Adara 2019