Rêhevalê me Zekeriya Efrîn ku li Helebê li ser erka xwe bû di roja 18’ê Pûşperê de di encama qrîza dil de şehîd ket.
Heval Zekeriya di malbateke welatparêz a Efrînî de hate dinyayê. Di demeke ku li dijî Rojava û Bakurê Sûriyê êrîş çêdibûn de tevlî refan bû. Hevrê Zekeriya ku bi cewhera fedakar û kedkar ya gelê me xwe ava kir, ji roja yekemîn ya ku di nav refan de cîhê xwe girt û ta niha her erka ku girt ser milên xwe bi azwerî nêz bû, di demeke kurt de bû şervanek xurt yê berxwedêr.
Nasnameya hevalê me yê şehîd wiha ye:

Nav û Paşnav: Zekeriya Efrîn
Nasnav: Zekeriya Silêman
Navê Dayik û Bav: Emîne – Ezîz
Dîroka Şehadetê: 18.06.2019
Em di şexsê rêheval Zekeriya Efrîn de hemû şehîden xwe yên leheng bi rêzdarî bibîr tînin, ji malbata şehîdê xwe û ji hemû gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.