Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

Em rêhevalê xwe Bedran Siverek bi rêzdarî bibîr tînin

  • September 4, 2019

Em rêhevalê xwe Bedran Siverek bi rêzdarî bibîr tînin

Hevrê Bedran Sîverek di dîroka 28’ê Tebaxa 2019’an de di operasyoneke ku hêzên me li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê li herêma Dêrazorê li dar xist de şehîd ket.

Hevrê Bedran di nav malbateke welatparêz ji dayik bibû. Di demeke ku li hemberî Rojavayê Kurdistanê êrîş çêdibûn tevlî nav refên me bû. Hevrê Bedran, bi xwe avakirina ji cewhera kedkar ya gelê me, kêli bi kêli xwe fedayê têkoşînê kir. Ji roja yekemin yê ku di nava refên têkoşînê de cîhê xwe girt û heya niha ji her erka ku girt ser milên xwe bi azwerî nêz bû, di demeke kurt de bû şervanekî berxwedêr yê têkoşînê.

Nasnameya hevalê me yê şehîd wiha ye;

Nav û Paşnav: Bedran Siverek
Nasnav: Mehmet Sarisu
Navê Dayik û Bav: Adalet – Mehmet Alî
Dîroka Şehadetê: Dêrezor – 28.08.2019

Em di şexse hevrê Bedran Sîverek de hemû şehîdên xwe yên leheng bi rêzdarî bibîr tînin, ji malbata şehîdê xwe û ji tevahî gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 4’ê Îlona 2019