Rêhevalên me Êrîş Efrîn û Gîvara Efrîn di Berxwedana Serdemê de li hember dagirkerî û qirkirinê li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker de şer kirin û şehîd ketin.
Rêhevalê me Êrîş Efrîn li herêma Efrînê di nav malbatek welatparêz de ji dayîk bû. Bandora şoreşa azadiyê ji nêz ve hîs kir û tevlî refên şoreşê bû. Di demeke kurt de xwe pêş xist, sekna xwe ya têkoşer parast û kesayeta xwe avakir. Hevrê Erîş, ew hêrsa ku li dijî dijminê xwe di kesayeta xwe de zivirand hêzekî mezin û hetanî kêliya dawî jî di têkoşîna xwe de paş de gav neavêt û bi israr meşiya.
Rêhevalê me Gîvara Efrîn, li Efrînê di nav malbatek welatparêz de ji dayik bû û mezin bû. Bi taybetmendiyên xwe yên wêrek, kedkar û fedakar tê nasîn, di her kêliya jiyanê de ev sekna xwe parast û domand. Tecrubeyên ku di nav refên azadiyê de girt, di kesayeta xwe şervantiyê pêş xist. Bawerî û dilsoziya xwe bi şoreşê re bi dayîna têkoşînê îspat kir.
Nasnameya rêhevalên me yên şehîd ketine wiha ye;

Nasnav: Gîvara Efrîn
Nav û Paşnav: Îbrahîm Îsmaîl
Navê Dê û Bav: Rûşîn – Mihemed Nûrî
Cih û Dîroka Şehadetê: 2020-03-19

Nasnav: Êrîş Efrîn
Nav û Paşnav: Xelîl Osman
Navê Dê û Bav: Zeyneb – Elî
Cih û Dîroka Şehadetê: 2020-03-22
Em di şexsê hevrê Êrîş Efrîn û Gîvara Efrîn de tevahî şehîdên şoreşa azadî û demokrasiyê bi rêzdarî û minet bibîr tînin. Ji her du malbatên şehîdê xwe re û ji hemû gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.