Hevrêyê me Rûstem Efrîn ev demeke ji ber nexweşiyeke giran tedawiya xwe didît, lê tevi hemû destwerdana bijîşkan jî nehat rizgarkirin û di 2’yê Mijdara 2024’an de tevlî karwanên nemiran bû.
Hevrêyê me Rûstem Efrîn li bajarê Helebê hatiye dinê. Malbata hevrêyê me her çi qas li bajarê Helebê ya derveyî welat jiyana xwe domandibe jî kurdbûna jibîr nekirin û zarokên xwe jî bi zimanê xwe, bi çanda xwe ya kurdbûnê mezin kirin. Di destpêka şoreşa Rojava de ne tenê li bajarê kurdan di heman demê de berxwedana mezin a kurdan li Helebê jî hat jiyankirin. Keç û xortên kurdan bi salan li hember hovîtîya çeteyan li ber xwe dan û şer kirin. Ev berxwedan bandora xwe li Helebê û bajarê kurdan kir. Bi hezaran ciwanên me ref bi ref berê xwe dan kozikên şer û berxwedan berz kirin. Yek ji wan ciwana jî hevrêyê me Rûstem Efrîn bû.
Hevrê Rûstem Efrîn bi çavên xwe û dilê xwe ve dît, ka dijminê li hemberî welatê me dijminekî çi qas hov û xwînxar e, di şerê Berxwedana Serdemê ya Efrînê de û bi koçberiya gelê me ya ber bi Şehbayê û herêmên din, baş naskir. Ji ber van sedeman ev yek hîn bêhtir girêdan û soza tolhildanê di dilê hevrê me Rûstem de xurt kir. Ji bona vê yekê jî hevrê Rûstem her demê bi lêgerîn û xwe naskirinê ve tevgeriya. Her ku xwe naskir, rastî û heqîqeta dijminê beramberê xwe jî naskir. Di warê birdozî û leşkerî de bi perwerdeyên dîtî re xwe pêş xist. Hevrê Rûstem ji dil paqij û dûrist bû. Ji hevalên xwe ra dilnizm, di jiyanê de kedkar û fedakar bû. Bi qasî hêza xwe barê şoreşê hilgirt. Ji roja ku tevlî bû heta kêliya xwe ya dawî jî her demê xwest bi awayekî herî rast ji erkên demê ra, ji êş û azara gelê me ra bibe bersiv.
Weke Hêzên Rizgariya Efrînê di serî da em sersaxiyê ji malbata hevrêyê xwe Rûstem Efrîn, tevahî gelê xwe yê welatparêz a Kurdistanê ra dixwazin. Em carekî din diyar dikin ku em ê heta bajarên xwe ji destê dagirkeriyê rizgar nekin em ê ranewestin, em ê xeyal û armanca tevahî şehîdên xwe yê azadiyê pêk bînîn, teqez em ê serkeftinê misoger bikin.
Nasnameya rêhevalê me yê şehîd wiha ye:
Nasnav: Rûstem Efrîn
Nav û Paşnav: Yusif Reşîd
Navê Dayikê: Fîdan
Navê Bav: Xelîl
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrînê / 2’yê Mijdara 2024
Hêzên Rizgariya Efrînê
5’ê Mijdara 2024