Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

Em ê têkoşîna xwe bi rihê Karker bilind bikin

  • March 18, 2020

Em ê têkoşîna xwe bi rihê Karker bilind bikin

Dewleta Tirk a dagirker hewldanên xwe yên dagirkirinê û qirkirinê li hember destkeftiyên şoreşa Rojavayê Kurdistan û Bakurê Suriyê yên ku bi berdelên mezin hatine bidestxistin didomîne. Bi êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê, polîtîkayên xwe yên înkar û îmhayê li ser herêmê gihand asta herî dijwar. Di pêşengtiya hêzên me yên parastinê YPG, YPJ û QSD’ê, gelê me li hember êrîşên dagirkeriyê berxwedanek mezin raber kirin. Yên ku vê berxwedana dîrokî gihandin lûtkeyê şehîdên me yên nemir bûn. Yek ji kesên ku bi têkoşin û keda xwe pêşengiya berxwedana bêhempa kir, fermandarê mezin hevrê Karker Êrîş bû. Fermandar Karker, li hember dagirkeriyê, wekî Avesta, Rizgar, Rosiyar, Îlan, Artêş û gelek şehîdên din, li berxwe da, pêşengî kir û bû yek ji rêwiyên karwana şehîdan. Em di duyemîn salvegera şehadeta wî de, fermandarê mezin Karker Êrîş bibîr tînin. Herwiha em destnîşan dikin ku emê bi rihê fermandar Karker Êrîş, berxwedana li hember dagirkeriyê û faşizmê bigihînin lûtkeyê û têkoşîna xwe ya azadî û demokrasiyê bê rawestan bidomînin. Bi vê sedemê em di serî de şehîd Karker, hemû rêhevalên xwe yên ku di vê têkoşînê de şehîd ketine bi rêzdarî bibîr tînin, soza xwe ya pêkanîna xeyalên wan yên Kurdistana azad dubare dikin.

Navenda Ragihandina YPG | 18’ê Adara 2020