Hevrêyê me Îskender Efrîn ku li herêma Efrînê li ser erka xwe bû, di dîroka 23’yê Cotmeha 2024’an de tevlî karwanên şehîdan bû. Em hevrê Îskender bi rêzdarî bibîr tînin û bejna xwe li ber wî ditewînin.
Hêhevalê me Îskender Efrîn bi navê xwe yê din Rohilat Murad di nava malbatekî welatparêz ku li çanda kurdî parastî de li bajarê Efrînê ji dayik dibe. Ji ber van taybetmendiyên malbata xwe û her wiha derdora ku lê mezin dibe ji bo pêşeroja hevrêyê me Îskender dibe bingeha kesayeta wî. Dema bi polîtîkayên taybet êrîşên çeteyên cîhadîst bi piştgiriya hêzên derve li ser herêmên me xwe dan pêş, rêheval Îskender jî weke ciwanekî xwedî bi rûmet û wijdan êrîş û qirkirina li ser gelên herêmê tê kirin qebûl nekir û berê xwe dide nava refên şoreşê. Di destpêka avakirina hêzên parastinê de di nava wan şert û mercên herî zor û zehmet de, li hemberî derfetên tûnebûnê jî têkoşîn û berxwedanekî dîrokî li rex hevalên xwe dan meşandin. Bi taybetî di dema êrîşên li ser girê Qestel Cindo de di çeperên şer de mewzî digire, li vê derê hevalê me birîndar dibe lê rixmê vê yekê jî dev ji têkoşînê bernade. Bi îradeyeke mezin piştê ku tedawiya xwe dibîne şûn ve carekî din berê xwe dide çeperên berxwedanê. Di şerê gelê şoreşgerî bi awayekî herî xort lê hatî meşandin, rêhevalê me Îskender û hevalên wî li kolanên taxên Helebê ê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bersiva pêwîst li hemberî komên çeteyên cîhadîst didin raberkirin. Di dema şerê berxwedana serdemê a Efrînê de rêheval Îskender çawa ji destpêkê de li hemberî êrîşên dijmin xwe neda aliyekî, vê carê jî bi erk û wezîfeya xwe ya demê rabû.
Piştî şerê berxwedana serdemê a Efrînê rêheval Îskender hîn bêhtir hovîtî û faşîzma dijmin ên li ser gelê me naskir ji bo rizgariyê ket nava lêgerîneke nû. Rêheval Îskender ji roja ku tevlî bû heya kêliya xwe ya dawî jî her demê li hemberî dijmin bi seknekî xurt sekinî. Rêheval Îskender ti deman ji erk û wezîfeyên pêwîstiyên demê xwe neda aliyekî. Ji şervantiyê heta herî dawî erka Fermandariya Tabûrê girt ser milê xwe û berpirasyartiyên xwe pêk anî. Di jiyana xwe ya şoreşgertiyê de ezmûn û danehevên ku pêra xwe da pêş, hem bi hevalên xwe re parve kir û hem jî xist xizmeta şoreşê. Rêhevalekî wisa bû ku her demê pêşengtî ji jiyan û şoreşê re kir û bû rêhevalekî xwediyê cihê rêz û hûrmetê. Di hemû kêliyên jiyana xwe de ji bo rizgariya gelê me tekoşînekî xurt da raberkirin. Rêheval Îskender bi sekn û pratîka xwe ya şoreşgertiyê cihê xwe di nava nirxên şoreşê de girt.
Weke hevrêyên wî em soz didin ku armanc û xeyalên hevrêyê xwe Îskender pêk bînin û di şexsê wî de em ê layiqî hemû şehîdên xwe bin. Em sersaxiyê ji malbata hêja ya hevrê Îskender Efrîn û hemû gelê xwe yê welatparêz re dixwazin.
Nasnameya rêhevalê me yê şehîd wiha ye:
Nasnav: Îskender Efrîn
Nav û Paşnav: Rohilat Murad
Navê Dayikê: Fida
Navê Bav: Faîq
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrînê / 23’ê Cotmeha 2024
Hêzên Rizgariya Efrînê
25’ê Cotmeha 2024