Şervanê me Aram Efrîn, di roja 18ê Tebaxê de di encama qezayekî de şehîd bû. Hevrê Aram Efrîn, bi hestên welatparêziyê û bi naskirina têkoşîna li ser hîmê hebûn û azadiyê ya gelên me, tevlî refên me bû. Li dijî êrîşên paşverû ku destkeftiyên gelên me dikin hedef, hevrê Aram bi biryardarî sekinî. Erk û berpirsiyariyên ku hevrê Aram di nav şerê me yê berxwedanê de wergirt, bi azweriyekî mezin bi cîh anî.
Nasnameya rêhevalê me yê şehîd wiha ye;
Nasnav: Aram Efrîn
Nav û Paşnav: Ebdo Osman
Navê Dayikê: Xalîde
Navê Bav: Ebas
Cih û Dîroka Şehadetê: 18 Tebax 2020
Em di şexsê hevrê Aram Efrîn de tevahî şehîdên qehreman bi rêzdarî û minnet bibîr tînin. Ji malbata şehîdê xwe û gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.
Hêzên Rizgariya Efrîn
20’ê Tebaxê 2020’an