Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

Şervanê me Dilşêr Kefer Nasih, di encama êrîşeke dagirkeran de şehîd ket

  • February 26, 2020

Şervanê me Dilşêr Kefer Nasih, di encama êrîşeke dagirkeran de şehîd ket

Roja 24’ê Sibatê şervanê me Dilşêr Kefer Nasih, di encama êrîşeke artêşa dagirker û çeteyên wê de şehîd ket.

Hevrê Dilşêr, di nava malbatek Ereb de ji dayik dibe. Di têkoşîna li dijî êrîşên dagirkeriyê de cihê xwe girt, bû şervanekî rûmetê. Hevrê Dilşêr, ji têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê Ereb û Kurd bawer kir, li dijî her cûre paşverûtiyê wek şervanekî bibiryar sekinî û tevlî karwana şehîdan bû.

Nasnama hevrêyê me yê şehîd wiha ye;

Nasnav: Dilşêr Kefer Nasih

Nav û Paşnav: Elî Kenco

Navê Dayikê: Xalya

Navê Bav: Mihemed

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrînê / 24’ê Sibata 2020’an

Em di şexsê hevrê Dilşêr de tevahî şehîdên leheng bi rêzdarî bibîr tînin. Ji malbata şehîdê xwe û ji hemû gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.

Hêzên Rizgariya Efrînê

26’ê Sibatê  2020’an