Ş E H Î D Ê N   R O J A V A
Drag

Em rêheval Agirî Qamişlo bi rêzdarî bibîr tînin

  • May 28, 2021

Em rêheval Agirî Qamişlo bi rêzdarî bibîr tînin

Rêhevalê me Agirî Qamişlo li roja 24ê Gulanê, di encama qezayê perwerdehiyê de gihişt şehadetê.

Rêheval Agirî li Qamişlo di malbatek welatparêz de ji dayik bû û di temenek ciwan de şoreşa Rojava nas kir. Bi hestên welatparêziyê mezin bû, wan hestan di kesayeta xwe de zivirand hêzekî û tev li refên şoreşê bû. Rêheval Agirî heta kêliya dawî erk û berpirsiyariyên xwe bi coşeke mezin bi cîh anî. 

Nasnameya rêhevalê me yê şehîd wiha ye;

Nasnav: Agirî Qamişlo

Nav û Paşnav: Mahîr Elebdilah

Navê Dayik: Fatma

Navê Bav: Mihemed Salih

Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê | 24 Gulan 2021

Em di şexsê rêheval Agirî de tevahî şehîdên azadî û demokrasiyê bi rêzdarî bibîr tînin. Ji malbata şehîdê xwe û ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 28 Gulan 2021